Êvariya roja sêşem 22.11.2016 Ashton Carter Wezîrê Berevaniya Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê re kir.Li peywendiya telefoniyê da Wezîrê Berevaniya Amerîka bi sedema serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li bereyên şerê dijî terorîstên Da’îş xweşhalî û pîrozbahiya xwe bi Serok Barzanî ragihand. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo asta baş ya hemahengî û karê hevbeşê Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li şerê terorîstan da hebû.Her li vê peywendiyê da her dû alî tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengiya di navbera hevpeymanan û Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî ya li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê kir.Li beşekî dinê vê peywendiya telefoniyê da her dû alî di derbarê hengavên bi cîhkirina plana azadkirina Musil û dewrûbera wê de danustandina bîr û ramanan kirin û qonaxên operasyonê heta niha bi serkeftî wesif kir.Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmet û artêşa Amerîka kir ku li şerê terorê da piştevanê Pêşmerge bûne û hêviya serkeftina yekcarekî li beranber terorîstan de xwest.