Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya wezîrê derve yê Fransayê kir

Roja 18.10.2019ê Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî  li  wezîrê derveyê Firnsayêkir.

Di civênê de behsa rewşa siyasî ya herêmê hate kirin. Li ser pêwendiyên nabvbera Hewlêr û Bexdayê Mesruru Barzani got:  Me hemû amadeyîyek nîşan daye daku bigehîn rêkkevtinê li gel Bexdayê û bo evê mebetê jî, me çend pêşnîyaz pêşkeş kirîne, lew hêvîdarîn hikumeta Fedral pêngavên zêdetir û ciddîtir bihavêje bo çareserkirina pirsgirêkan li set binemaya destûrê.

Wezîrê derveyê Firansayê piştîvanîya welatê xwe  bo Herêma Kurdistanê da xûyakirin  û got: Ez hatime piştîvanîya xwe bo xeklkê Herêma Kurdistanê tekez bikim ku li şerê dijî Daişê roleke mezin leyîzî û qurbanîyên mezin dan. Got jî: Min bi çavên xwe qeheremanîya Pêşmerge dîtîye.

Wezîrê derve yê Firansayê tekez li ser wê yekê jî kir, ku pêwîste hewil bihên zêdekirin bo rêgirtinê ji dûbare serheldana Daişê ve, ku niha li çend deverên Îraqê xwe rêk dixe û gefe li ser xelkê evan deveran.

Derbarê rewşa Rojavaya Kurdistanê û bakûra rojhelata Suriyê, herdû alîyan nîgeranîya xwe derbirîn derbarê girijbûna rewşê û duristbûna Tundûtîjîyê, ku bûye sedema awarebûna hejmareke mezin ji xelkê wan deveran û pişkek ji wanan ber bi Herêma Kurdistanê hatîne. Tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku pêwîste civaka nêvdewletî hevkarîya hikumeta Herêma Kurdistanê bike di alîkarîkirin û vehewandina penaber û awareyan de.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê dûpat jî kir, ku ew li gel ragirtina şer û vedîtina çareserekê ne di berjwendîya rûniştîvanên deverê be û her pêşhat û guhertinek jî  red dikîn ku bibe sedema guhertina demografî li deverê.

Back to top button