Polîtîk
Serokwezîr pêşwaziya balyozê Azerbaycanê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Azerbaycanê li Iraqê Nasir Memedov kir.
Balyozê Azerbaycanê silavên serokomarê Azerbaycanê gihandin serokwezîr û ew vexwend Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP29) ku meha Mijdara îsal li Bakûyê tê lidarxistin.
Di hevdîtinê de geşepêdana peywendiyên dualî di warên curbicur de û pêngavên vekirina Konsulxaneya giştî ya welat û destpêkirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Baku û Hewlêrê de hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr daxwaza Herêma Kurdistanê bo bihêzkirina têkeliyên digel Komara Azerbaycanê dûpat kir.