Civak
Narîn sax bûya dê îro dest bi dibistanê bikira
Narîn Gûran a 8 salî ya ku cenazeyê wê yê bê can piştî windabûna 19 rojan li Amedê hat dîtin, tevî ku diviyabû weke hemsalên xwe îro biçûya dibistanê,lê li gundê xwe dewsa dibastanê bi axê hate spartin.
Dîmena gora Narînê ya bi kulîlkan dorpêçkirî dilê bi milyonan şikand.
Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Reza ya Amedê winda bû û duh cenazeyê wê di ciwalekî de di bin dar û kevirande weşartî hatibû dîtin de berdewam dike.
Cenazeyê Narîn Gûran a ku piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Amedê radestî xizmên wê hat kirin, anîn Mizgeftê . Piştre jî li gundû wê cihê ku lê windabûyî spartin axê.
Narîn a 8 salî! eger sax bûya dê îro dest bi dibistanê bikira