Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 03.09.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Tony Alers Balyoza Norvejê li Urdin û Îraqê û şandeya bi wê re kir.Balyoza Norvejê behsa armanca serdana xwe kir û got ku ew dixwaze ji nêzîk haydarî rewşa Herêma Kurdistanê bibe û helwesta Herêma Kurdistanê li hember pirosesa siysiya Îraqê bizane. Û di vê çarçoveyê de Serokwezîr jê re behsa pêşhatên dawiyê yên rewşa siyaysî û yekemîn civîna parlamentoya Îraqê kir.Her du alî li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê hevhizir bûn ku ew hikûmet di berjewendiya hemû pêkhateyên Îraqê de be, aramî û asayîşê biparîze û xizmetgozariyan pêşke bike. Hikûmeta nû ya Îraqê divê mafên rewa û destûriyên gelê Kurdistanê û pêgeh û rola kurdan li ber çavan bigire.Şandeya Norvejê rola Herêma Kurdistanê di pêşwaîkirin û hewandina koçber û penaberan û xizmetkirina wan bi hemû pêkhateyan ve, bê cudahî, bilind nirxand.Paşeroja têkeliyên Herêma Kurdistan û Norvejê, rewşa herêmî bi giştî û hilbijartina parlamentoya Îraqê ku dê di dawiya vê mehê de bên encam dan, çend mijarên din yên dîdarê bûn.