Serokwezîr: Parastina jîngehê ji pirsên aborî girîngtirin

Li Hewlêrê di serokatiya Serowekwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de Komîsyona Petrol û Gaza Sirûştî civiya û biryar hat dayîn ku çend pirsgirêkên hene bêne çareserkirin.Di cîvînê de behsa ziyanên birên petrolê yên biçûk û ne yasayî hate kirin, û biryar hate dayîn ku ew pirsgirêk were çareserkirin.Biriyar hate dayîn, ku Wezareta Samanên Srûştî, bi alîkariya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û serokê yekeyên îdarî, bi mekanîzmeke pêwîst a yasayî kar ji bo çareserkirina wê mijarê bikin, û hikûmet jî rêkarên pêwist ji bo parastina jîngehê û tendirustiyê û jiyana welatiyan bigire ber xwe.


