Cîhan
Rusya : Erîşa Îsrail li dijê DAÎŞê bû
Wezereta bergiriya Rusya di derbarê êrîşên Îsrail ya li ser Suriye daxûyaniye da.Di daxuyaniyê dedibêje, çekdarên DAIŞê ji herdu bajarokên Naf’a û Şecera yên parêzgeha Qunêtra êrîşî Israîlê kirin û hewldan ku hêzên Israîlî bêxin di nav amadebaşûyekî de da ku êrîçê Suriye bikin.Herwiha wezareta bergiriya Rûsî dide xûyakirin ku, hêzên Israîlî êrîşî bingehên DAIŞê li herdu navçeyan kirin û di encamê de tevahiya çekdarên DAIŞê hatin kuştin û sîstema mûşekan ya wê rêxistinê hat jinavbirin.Şevê din Artêşa Israîlê êrîşî çenda navçeyan li nav Axa Sûryê kir û di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew êrîş, bersivek bû li ser êrîşên mûşekî ku ji nav axa Sûryê ve, ber bi Israîl ve hatibûn berdan.