Keşe û diplomasiya du welatan
Girtina keşeyê Amerîkî Andrew Brunson li Tirkiye sedemek girîng bû di têkçûna pêwendiyên Amerika û Tirkiye de. Gelek cara Amerika daxwaz ji Tirkiye kir ku keşê berdin. Heta serokê Amerikayê Trump bi awayek eşkere ev daxwaziya xwe di Twîtterê de nivîsand. Lê Tirkiye Keşa Andrew Brunson berneda û bi biryarek lez ew ji girtigehê derêxistin û kirin di bin îkameya mecbûrî li avahiya wî de.Li gora nivîskarek Tirk dinivîse, piştî vê biryarê di cih de hiseyên Halk Bank a Tirkiye % 16 bilind bûn. Ev tê wê wateyê ku bazar rewşê dişopîne û dizanê di vê derbarê de li hevhatinek di navbera herdu welatan de pêkhatiye. Herweha biryara di derbarê Keşe de encama vê li hevhatinêye.Tê zanin ku eve demeke Tirkiye Fethullah Gulên ji Amerika dixwaze, ev yek jî babetek yê li hevhatinêye, duyem jî eve demeke cigirê berpirsê giştî yê Halak Bank a Tirkî li Amerika girtiye, ev jî babetik din yê li hevhatinê ye. Niha Tirkiye di derbarê keşeyê Amerîkî de gavek avêt, çav li Amerikanin ku , ka dê çi gave bavêje.Keşe Andrew Brunson wek misyonerekî eve 23 salin li bajarê Îzmirê dijî û ew keşeyê dêrekî bû.