PolîtîkRojev

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Awusturyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schollenberg kir.

Di dicivînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû, pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên dîrokî û dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Awusturyayê hat gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hikûmet û xelkê Awusturyayê kir ji bo piştgiriya xelkê Kurdistanê di qonaxên cuda de û daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Awusturyayê di hemû waran de dûpat kir.

Wezîrê Derve yê Awusturyayê destnîşan kir ku hatina wan a bo Herêma Kurdistanê ji bo tekezîkirina li ser dostaniya wan a ligel xelkê Kurdistanê û ji bo pêşvebirina pêwendiyên dîrokî ye.

Mijareke sereke ya gotûbêjan, li ser kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û girîngiya parastin û dabînkjirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bûye. Herdu aliyan tekezî li ser çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê û pêwîstiya bihêzkirina sîstema federalî li Iraqê û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya federalîzma li cîhanê û li Ewropa û di nava wan de jî ya Awusturyayê, kirine.

Rûbirûbûna bandorên neyênî yên guherîna keşûhewayê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, beşeke din a gotûbêjan bû.

 Kurdistanê, beşeke din a gotûbêjan bû.

78
876
768
768

Back to top button