Yekitiyeke çawa û li ser çi asasî???
Xaleke herî girîng jî Serok û rêvebirên partiyan nahêlin an naxwazin zarokên wan bi siyasetê re mijûl bibin. Wan didin xwendin û gelek bûk û zavayên wan tirk in. Gelo wê nebiyên wan bibin çi???
Bûbê Eser
Bi salan e ku em kurd dem û wextê xwe bi mesela yekitiyan re heba dikin û taliya talî jî em yekitiyekê bi benê xav bi çend kes û hin rêxistinan bi hevre bi benê xav têne girêdanê, dikin.
Dema girêdan bi benê xav be, wê ew girêdana jî ne temen dirêj be. Ji ber ku yekitiyên têne kirin ne ji dil û can in. Ne bi bîr û baweriyên neteweyî û ne li gor berjewendiya Kurdistanê ne. Di nava her yekê ji wan kes an partiyên têne ba hev, hin kêmanî û nakokiyên wan xwe bi xwe hene. Ji bona wan bidin ji bîr kirinê, li ser navê yekitiyê têne ba hev û ew ser êş, astengî û nakokiyên xwe heta demekê didin ji bîr kirinê.
Didin an dixwazin bidin ji bîr kirinê, lê ev jî zêde nadome. Te hew dît êdî di yekitiya bi nav û deng ku bi bangek mezin hatibû kirin, bi ser nakev e. Mînakên vê li bakurê Kurdistanê gelek in. Lê hezar mixabin ji salên 2000î heta niha kes û partiyên bi vê mijûl in, nikarin an naxwazin dersekê jê bigirin.
Li bakurê Kurdistanê gelek yekitiyên ku pêk tên, ji kesên berê bi hevre bûn. Li hev nekiribûn. Ji hev veqetiyabûn û her hinan xwe bi navekî din pênase kiribûn, ji nû de tê destpêkirin. Hin xebat û lebat jî dikirin ku xwestin bêje em hene û li ser xwe ne.
Lê piştî demekê ketin qrîzê an jî nema dikarîbûn kar bikirana. Di nava wan de nakokî û hevdu xerabkirinê dest dikir. Ji bona van gengeşiyên weha ji nava xwe rakin dîsa dest avêtin yekitiyê û dîsa bi eynî kesên berê ku yek bûn, xwestin dîsa yekîtiyeke nû û bi navên cûda û mezin pêk bînin.
Ji ber zilm û zordariya li ser gelê me tê meşandinê, êdî gel bê zar û zivir bû ye. Ji bona vê jî li qawet û hêzeke digerin da ku wan ji nava vê êşê derxin. Aha tam di virde wanên berê li gel hev û li hev nekiribûn, ji hevdu bi tohmetên mezin veqetiyabûn, dîsa destbi kar û sloganên yekîtiyê dikin.
Çend salekî ku wê bibin yek, endamên xwe mijûl dikin. Dema dibin yek, dîsa çend salan qaşo bûne yek mijûliyê derdixin. Talî dîsa li hev nakin û ji hev vediqetin. Ev zêdeyê bîst salan e ku li bakurê Kurdistanê ev lîstik ango şano bi eyne kesan û li ser yek dikê tê lîstin.
Ji bona yekîtî bi serkev e divê çi bê kirinê?
Berî her tiştê divê em vê yekê baş fêr bibin ku kesên dibin yek û ji hev vediqetin û dîsa têna ba hev ku wê bibin yek, tu tiştek an karekî baş ji bona gelê xwe bikin dê dernekev e. Ji ber ku hedef û armanca wan ji yektiyeke neteweyî bêtir, veşartina kêmanî an nakokiyên nava xwe bigirin, dikin.
Ji bona yekitiyeke misoger pêk bê. Divê ew kesên dixwazin bibin yek, lazim ewana berê muhasebeya xwe bidin an bikin. Li ser sedem û ne bi serneketinên xwe yên berê rawestin û wê ji raya giştî re eşkere bikin. Li gor wan kêmaniyan bi destûr û bernameyeke nû divê yekîtiyeke neteweyî ku bi êşa gel re mijûl bibe pêk bînin. Ew jî ji kadroyên nû, ciwan û zîrek pêk bê. Lê porsipiyên me rê nadin kesên weha.
Berî ku yekîtiyeke pêk bê divê aboriya wê bê çareser kirin. Çareseriya wê jî divê hesabên xwe ê herî kêm pênc salan dê bikaribin xwe îdare bikin, li ser nigan bêhêlin û bikaribin kar bikin, amade bikin.
Yekitiyên ku niha dibin an dixwazin bibin yek hemî ji sal mezinên me yên ku her yekî ji wan bi kêmanî du sê rêxistin guherîne pêk tê. Ev jî li gor şert û mercên îro li bejn û bala yekîtiyeke neteweyî nayê.
Di her yekitiyeke nû de ji bilî çend îstîsnayan serok, rêber, destûr û bername weke ya berê ye ku nikarîbûn li gor wê karên siyasî bikirana,
Li hemî cîhanê ango li welatên pêşketî prensîbeke heye ku ew serok, ew rêberên ku wenda dikin careke din nabin serok û rêber. Lê ya me kurdan tam eksê vê ye. Kî çiqasî wenda dikin ew bêtir navdar dibe û dîsa ji nû de dibe serokê yekitiya nû.
Di nava yekîtiyên pêk tên de serok û rêveber ji jin û ciwanan pêk nayê. Ev jî dide zanîn ku civata ji ciwan, jin û mêran pêk bê, divê di rêvebiriya her destpêkeke nû de ew hebin, Ew bi rêve bibin.
Di yekitiyên dibe de projeyên kar û xebatên dûr û dirêj, divê zelal, eşkere û şefaf be û divê lêpirsîn hebe ku kî karê xwe dike, nake bi raporan bêne diyarkirin. Di komîteyên rêvebir de
divê kesên nexwanda û bi kurdî nizanibin cih negirin.
Ya girîng di tevger û partiyên bakurê kurdistanê de lêpirsên tune ye. Camêr çend rêxistin têk biriye, belav kiriye û bi rehetê bê ku kesek jê hesab bipirse dikeve nava kar û xebatên yekitiiyeke nû. Gelo canik û camêrên weha çiqasî cihê baweriyê ne?
Dema di tevgera siyasî ya welatekî weke Kurdistanê de tiştek xirek bû, divê êdî hûn bizanbin ew nema dikare cihê xwe bigire. Ji bona wê jî li rê û rêbazeke nû, destûr û bernameyeke nû, kar û xebatên li gor pêvajoyê divê bêne gerandin û meşandin.
Xaleke herî girîng jî Serok û rêvebirên partiyan nahêlin an naxwazin zarokên wan bi siyasetê re mijûl bibin. Wan didin xwendin û gelek bûk û zavayên wan tirk in. Gelo wê nebiyên wan bibin çi???. Heger her rêvebirek bi rastî dilsozê gelê xwe divê zarokekî xwe jî li gel xwe bike endam û rêvebirê partiya xwe.
Heta ku tu vana serrast nekî tu hezar caran jî bibe yek, talî belavkirin e. Ji bona misogerkirina yekîtiyeke xurt, saxlem û mayende divê du bibe xwediyê lê pirsînê. Berê bipirse. Rewşa kes, partî an tevgerên dixwazin yekitiyan pêk bîne, bidin zanîn ku ew berê çi bûn? niha çi nin? Heta niha li ku bûn? Ji bona gelê xwe, ji bona ziman û çanda gelê xwe, li ser çi asasî kar û xebat kiribûn û dikin.
Sedemên têkçûn an nebiserketinên xwe, kî/ê xwe rexne kirine? kî/ê raberduyên xwe dane ber çavan da ku kêmaniyên xwe bibînin? Tune ye. Heta ev jî serrast nebe sereketin nabe…
Gotina hema em ê bibin yek rehet e, hatina ba hev hêsan e. Lê divê neyê jî bîr kirin ku yekîtî, serketin û pêşketin e. Yekitî nûjenî û demokratikbûn e. Yekitî bawerî û guherandin e. Yekîtî divê weke navê xwe xurt û bi navaroka xwe jî têr û tije bî.
Yekitî bi kesên di tekoşîna xwe de wendakirine çê nabe. Yekîtî bi sal mezinan û por sipiyan nabe, heger bibe jî bi sernakev e. Yên bibin yek divê perên wan hebin, Ji ber ku bê pere yekîtî nabe. Divê ciwanên ku rojê bikaribin çend kîlometran birevin hebin. Yekitî bi hêşmendiyeke neteweyî, li gor salên 2030 û wêdetir bifikire, dibe. Bi mejî û baweriyên salên 1970ê û 1980ê êdî mesela yekîtiyan nabe û divê herkes vê weha bizanibin.
Gelek tişt hene divê mirov bêje. Ji ber kurd naxwînin niha ewqas bes e. Lê divê ev jî baş bê zanîn her ku dengê dev û zirnê hat divê mirov jî ranebe govendê. Di her meqamekî de ruhiyetek, di her govendekê de şopên welatekî heye.
Pêşniyara min:
Ji dêlva yekitiyan em bikaribin xwe weke çi dezgeh, partî, sexs û tevgerên heyî di bin konekî neteweyî de hêza xwe bikin yek û eniyeke ku bibe dermanê êşa gelê xwe damezrînin… Divê kurd carekê vê jî biceribinin. Dibe ku encameke baştir bigirin…