Civak

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatina meha Remezanê li Mislimanan pîroz kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê, pîrozbahî li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 28ê Sibatê peyamek belav kir û tê de got: “Ez hatina meha Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im meha Remezanê bibe meha xweşî û aramiyê.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Xwedêyê mezin rojî, niza û xwedaperestiya her kesî qebûl bike.”

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Înê ragihand, sibe roja Şemiyê 1ê Adarê roja yekem a meha Remezanê ye.

Back to top button