Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke wezareta berevanî ya Brîtanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 8ê Mijdara 2021an me pêşwaziya şandeke wezareta berevanî ya Brîtanyayê ya bi Serokatiya Şêwirmendê wezareta berevanî ya bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Marşal Sammy Sampson kir.
Di civînê de ku Kosulusê giştî yê Brtîanyayê yê li herêma Kurdistanê David Hintt jî têde beşdar bû, rewşa giştî ya Îraq ya piştî hilbijartinên parlementoya Îraqê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê hatin nirxandin.
Di civînê de me bi tundî êrîşa ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî şermezar kir û tekez li ser piştîvaniya xwe ya bo parastina aramiya Îraqê û ezmûna demokrasî hate kirin.
Şêwirmendê Brîtanî behsa pêgeha girîng ya herêma Kurdistanê weke faktereke aramiyê li deverê de kir û pêbendiya welatê xwe jî bo berdewam bûn li ser piştîvanî kirina herêma Kurdistanê û bi taybetî hêzên pêşmerge di rûbirû bûna terorê de diyar kir.
Di beşeke din ya civînê de me jî spasiya piştgîriyên berdewam yên Brîtanyayê û hêzên hevpeymanan kir û tekez li ser girîngiya parastina aramî û pêşxistina prosesa siyasiya Îraqê bi rêya pêkanîna hikûmeteke giştgîr kir ku, xizmeta tevahiya pêkhateyên cuda yên Îraqê bike.