PolîtîkRojev

Girtina akademîsyenê Kurd ne huquqî ye

Baroya Şirnexê daxûyanikirin ku,divê akademîsyenê Zankoya Firadê Hifzullah Kutum serbest were berdan. Baroya Şirnexê dibêje, twîtên Hifzullah Kutum divê di çarçoveya raderbirîna azadiyê de were nirxandin û ev yek bi ti awayî nabe tawan.

Bertekên dijî girtina Akademîsyenê Zankoya Firadê Hifzullah Kutum her ku diçe berfireh dibin.

Derbarê girtinê de Baroya Şirnexê jî bal kişand ku gotina “Bijî Kurdistan” bi ti awayî nabe tawan û di çarçoveya azadiya derbirînê de divê were nirxandin.

Baroya Şirnexê dibêje di gotina “Bijî Kurdistan” de ti hêmanek tundûtûjiyê tine ye û nabe sedema aloziyên civakî û Baroya Şirnexê balê dikêşe ku dema bi awayeke keyfî mafê azadiyê were sînordarkirin ev yek li dijî prensîbên dewleta hiqûqê ye jî.

Baro radigihîne, Rektoriya Zankoya Firadê û Serdozgeriya Komarî ya Elezîzê makezagonê binpê dikin û divê demildest Hifzullah Kutum serbest were berdan.

Back to top button