Civak

Serokwezîr ji bo Silêmanîyê 15 milyar dînar pesend kir

Hat parvekirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo projeyên xizmetguzarîyên li bajarê Silêmanîyê bên cîbicîkirin, îro bûdceya 14 milyar û 975 milyon dînar pesend kir. Tê diyarkirin ku ev bûdçe wê ji bo komkirina çopê û xizmetên paqijkirina Silêmanîyê bên bikaranîn.

Kabîneya 9.a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji roja ku dest bi karê xwe kiriye, li ser esasê pirojeyên xizmetkirina hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê û îmzekirina pirojeyên giştî hatiye avakirin.

Tê diyarkirin ku ev bûdçeya ku wê ji bo bajarê Silêmanîyê bê xerckirin jî li ser vê bingehê tê nirxandin.

Back to top button