Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî serpereştiya civîna di navbera hêzên hevpeyman û Wezareta Pêşmerge de kir

Serok Nêçîrvan Barzanî bi serpereştiya şandeke pilebilind a hêzên hevpeyman bi serokatiya General Matthew McFarlane Fermandeyê Hevbeş ên Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, Wezareta Pêşmerge û dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê jî amade bû, behsa çaksazkirin û çaksaziya hêzên Pêşmerge hat kirin û qonaxên cîbicîkirina wê planê di çarçoveya rêkeftina di Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan de hatin nirxandin. Her wiha behsa astengî û kêşeyên li pêşiya proseya yekxistina Pêşmerge û birêxistinkirina wan bi şêweyekî nûjen di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hat kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî alîkariya berdewam ya hevpeymanan bo Pêşmerge di qonax û warên cuda de bilind nirxand û tekez li ser bilezkirina pêngavên yekrêziya Pêşmerge û rakirina astengên li pêşiya proseyê kir û amadebûna xwe ji bo her alîkarî û piştevaniyê nîşan da.

General McFarlane di berdewamiya piştevanî û alîkariyên hevpeymanan bo Pêşmerge di warên cuda de û cîbicîkirina pêngavên ji nû ve rêkxistina Pêşmerge de.

Back to top button