Cîhan

Mixalifê Rûs 25 sal ceza wergirt

 

Muxalifê Rûs Vladîmîr Kara-Murza, ji ber daxuyanîyên xwe yên li dijî şerê li Ûkraynayê bi xiyanetê hat tohmetbarkirin û 25 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Kara-Murza piştî ku cezayê girtîgehê lê hat birîn, li salona dadgehê dirûşma “Rûsya wê azad bibe” berz kir. 25 sal cezayê girtîgehê cezayê herî dirêj e ku heta niha li welatekî ji bo yekî muxalif hatiye dayîn.

Kara-Murza, anî zimên ku di danişîna xwe ya dawî de ji tiştên ku kiriye û gotiye ne poşman e û got: “Ez li pişt her tiştê ku min gotiye disekinim û pê serbilind im”. 

Hin îdiayên ku di doza li dijî muxalif ê 41 salî de hatin kirin, li ser axavtina ku wî par li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kiribû. Kara-Murza di axavtina xwe de bal kişandibû ser sûcên şer yên ku Rûsyayê li Ukraynayê kiribûn û gotibû “Nexweşxane û dibistan hatin bombekirin”. 

 

 

Back to top button