Vegera ji zirarê kar e
Altan Tan
Selahattin Demirtaş gelek caran bi tweetên ku ji girtîgehê bi rêya şêwirmend û parêzerên xwe dişîne, nêrînên xwe yên li ser siyasetê bi raya giştî re parve dike.
Di tweeta xwe ya dawî de wiha dibêje:
“Piştî hilbijartinan çi ji destê me tê emê bikin ku PKK li Tirkiyê bi awayekî mayînde çekan berde”.
Û lê zêde dike:
“Emê polîtîka AKP a şiddetê jî asteng bikin“.
Yanî bi awayekî nepenî dibêje siyaseta çek û tundiyê ya PKK ji bo AKP hincet e ku siyaseta xwe ya heyî bidomîne.
Bê guman, ev çavdêriyên rast in.
Demirtaş hevokek din lê zêde dike: “Me karîbû berê jî em vê yekê bikin“.
Erê, ev xala girîng e, û xala ku ez îro dixwazim li ser bisekinim ev e.
Me karîbû berê jî em vê yekê bikin.
Dema ku ez dibêjim “em”, ez xwe di nav de digirim.
Bi taybetî jî piştî hilbijartinên 2011an -Rehma Xwedê lê be- Şerafettîn Elçî, Leyla Zana xanim û gelek hevalên din li meclîsê bûn;
Wê demê di meclîsê de di warê sîyaseta Kurd de temsîlîyetek astê derket holê;
Bi taybet bi hêza ku di sala 201’an de gihişt 80 wekîlan, me karîbû û diviyabû ku me ev yek pir zûtir bikira.
Bê guman, lêçûna vê yekê pir giran bû; dema ku ez dibêjim lêçûn, ez ne tenê behsa windakirina darayî û demê dikim.
Bedelkirina jiyana bi hezaran mirovan; ez behsa cihên ku hatin şewitandin û wêrankirin, êşên mezin û bi deh hezaran di vê pêvajoyê de hatin girtin dikim.
Helbet çiqas dem derbas bûbe, berdêl çiqasî giran be, çiqas bedel hatibe dayîn jî, di dawiyê de ji bo ku ji xeletiyê derkeve û siyasetek rast bê destekkirin.
Belê, divê çek li Tirkiyê her tim bên bêdengkirin.
Û ya pêşî PKK ye.
Ji ber her cara ku hûn devê xwe di nav siyaseta Kurd de vedikin, hûnê PKK bin yan nebin, hûn siyaseta wê dipejirînin yan na, yekser pirsa Kurd bi HDP û HDP jî bi PKK ve tê girêdan;
Û gelek pêşveçûnên demokratîk yên ku divê bêne kirin, li wir têne qutkirin û rawestandin. Helbet hûn jî dikarin bibêjin: “Ezbenî, ev hincet in!” Erê, bibore!
Ger hikûmeta AK Partiyê gavek rast bavêje; dikarin bavêjin.
Ne hewce ye ku ew bi HDP û PKK ve bê girêdan!
Ev teqez hincet in.
Lê eger hûn wê hincetê bidin destên wê, sûcê we jî bi qasî wê heye!
Vê nekin hincet.
Rast e Selahattin Demirtaş îro van tiştan bi dengekî bilind bibêje û piştî hilbijartinan xetek siyasî deyne.
Baş e, gunehê Altan Tan, Leyla Zana û heta Osman Baydemîr yên ku 10 sal berê heman tişt digotin, çi ye?
Çima we ew kirin bizinên gunehkar?
Çima we bi bêedebî îftira li wan kir?
Yahu “çekan bêdeng bike!” em dibêjin; Tu dibêjî “Altan Tan îhaleyê distîne”…
Derew e, tev derew e.
Em dibêjin “Xendek xelet in”; Tu dibêjî “Altan Tan, nizanim çi…”…
Leyla Zana xwest gavekê bavêje, ew roj ev roj e dev ji xwe berda û heta îro Leyla Xanim bersivê nade bangên hevalên xwe yên herî nêzîk.
Ji aliyê siyasî ve ne diyar e ku ew dijî yan na.
Her wiha Osman Baydemîr jî gelek sal berê gotibû, “Serdema çekan qediya” û hat derbaskirin, êdî nikare behsa wê bike.
Ji ber vê yekê hevalno, ger hûn lêborînê nexwazin jî, bi kêmanî piştgirî bidin vê pêvajoya ku tê.
Divê li Tirkiyê çek her tim bên bêdengkirin;
Divê siyaset demokratîk bibe;
Divê hemû astengiyên li pêşiya demokratîkbûna siyaseta Kurd û Tirkan bên rakirin.
IND



