Cîhan

Serokwezîr: Gelê Kurdistanê li êşa terorê baş têdigehe

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorîstî ya li Londonê şermezar kir. Di êrîşa teroristiya  li paytextê Brîtanya London pêkhatî de 5 hemwelatiya jiyana xwe ji dest dabû, 40 kes jî birîndar bibûn.Nêçîrvan Barzanî ev bûyera teroristî şermezar kir û got: Ez bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikim, ku nêzîk awahiya parlamentoya Brîtanyayê û di navenda Londonê pêkhat û ez serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan û gel û hikûmeta Brîtanyayê dikim, hêviya silametiyê bo birîndaran dixwazim.’’Serokwezîrê Kurdistanê di daxûyaniya xwe de dibêje: Gelê Kurdistanê ku di rêzên pêş de li hember terorê rawesta ye, pir baş ji êş û azarên terorê têdigehê û îro li gel gelê Britanyayê de hemsoz û hevxeme. Ev êrîşa terorîstî teqez dike ku pêwîste civaka navnetewî û cîhana azad bi awayeke bihêz û teqez li her cîhekê li dijî terorê tekoşînê bike û ji bo wê armancê jî zêdetir hemahengiyê bike.’’
Back to top button