Cîhan

Civîna 68 welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Washington

Civîna 68 welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Washington de dest pê kir û Fûad Hisên wek Nûnerê Herêma Kurdistanê beşdariyê di civînê de dike.Di destpêkê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Rex W. Tillerson gotarek pêşkêş kir û ragihand, Amerîka ji sedî 75 piştevaniya şerê DAIŞê li Iraq li xwe girtiye.Wezîrê Derve yê Amerîka di axaftina xwe de got: “Xweşhal in ku Nûnerê Barzanî beşdarî civînê bûye.”Herwiha got; “Heger hevkarî di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî de nebûye, operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê nedikir.”Piştre, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotarek pêşkêş kir û got, tenê dem maye bo kuştina rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî. Hêzên Iraqî ji dawîbûna wê rêxistina nêzîk bûne û DAIŞ li Iraqê berve jinavbirinê diçe.Civîna welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî de, bo danîna rê û stratejiyeke nû bo bidawîanîna DAIŞê ye.

Back to top button