Serokwezîrê Kurdistanê saet 6.50 deqe bi dema Hewlêrê û berî 10 deqeyan ji destpêkirina proseya dengdanê, dengê xwe avête sindoqeke dengdanê li dibistana Lawan li taxa Kûrana Enkawe li bajarê Hewlêrê û hêvî xwest xelk jî mafê xwe yê demokrasî bi kar bînin.
Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe bi kar anî, di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku hilbijartinên îro ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê gelek girîng in û ji hemwelatiyan xwest ku ber bi sindoqên dengdanê ve biçin û nûnerên xwe hilbijêrin.
Serokwezîr Barzanî herwiha hêvî xwest proseya dengdanê bi awayekî aştiyane birêvebiçe û got “Bêguman ev prose dê bibe serkeftineke mezin ji bo tevahiya proseya demokrasiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê”.
Derbarê vîdyoya serokomarê Iraqê Celal Talebanî de ku li nexweşxaneya ku tê de tê dermankirin li Almanayê dengê xwe avêt sindoqa dengdanê, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û got “Bi baweriya min xelkê Iraqê bi giştî kêfxweş bûn ku di ekrana televizyonê de dîtin cenabê serok Talebanî deng dide”.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku çûna Talebanî valahiyek him li Iraqê û him li Herêma Kurdistanê bi cih hiştiye û hêvî xwest bi tenduristiyeke baş vegere Iraq û Herêma Kurdistanê.
Derbarê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku proseya avakirina hikûmetê roja sêşemê di pratîkê de destpêkir û hêvî xwest ku di demeke kurt de bi fermî ew kabîne bê avakirin. Herwiha aşkere kir ku heta niha ti aliyekî wezîrên xwe destnîşan nekirine.
Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî got ku ev hilbijartin wê nexşeya siyasî ya Iraqê bi giştî biguhere.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got “Li cem me çiqasî avakirina hikûmetê dijwar be, li Iraqê dê gelekî dijwartir be”.