Serokwezîr biryara biwîlayetkirina Helebceyê îmze kir

Di çarçoveya civîna xwe ya digel şandeke Helebce de ku, ji qaymqamê Helebce Goran Edhem, serokê şaredariya Helebce û nûnerên aliyên siyasî û mamostayên olî pêk dihat, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê biryara biwîlayetkirin Helebceyê îmze kir.

Îro 13ê adarê, şandeke Helebce, bi mebesta gotûbêjkirina awayê biwîlayetkirin Helebceyê serdana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê kir.

Weke tê zanîn berî niha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nivîseke fermî de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li benda Bexdayê nemîne û karên biparêzgehkirina Helebce destpêbike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: