Polîtîk

Serokwezîr bersiva dadgeha federalî dide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand biryara Dadgeha Federal yekalî ye û bêyî nûnerên Herêma Kurdistanê biryar dane.Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja duşemê 20.11.2017ê li bajarê Hewlêrê civiya.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê daxuyanî da rojnamevanan.Nêçîrvan Barzanî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku îro ragihand “giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ne destûrî û yasayî ye” wiha got: “Heger Iraq û civaka navnetewî bixwaze li Iraqê aramî pêk bê divê destûra bingehîn bi tevahî bê cîbicîkirin. Ji bo me destûra bingehîn yek paket e û divê ji madeya ewil û ya heta dawiyê bi hev re bê bicîkirin. Nabe tenê madeyên di berjewwendiyên wan de ne bê bicîkirin. Heger madeyên destûrê bihata bicîkirin jixwe pêwîstî bi referandumê nedibî. Biryara Dadgeha Federal yekalî ye. Bêyî nûnerên Herêma Kurdistanê biryar dane.”Derbarê petrola Kerkûkê de Barzanî destnîşan kir ku zanyariyên wan li ser vê yekê nîne, di navbera Iraq û Îranê de rêkevtinek bûye li ser petrolê û got: “Derbarê vê mijarê de ti pirs ji me nehatiye kirin.Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya niha ragihandibû derbarê vê mijarê de hevdîtin têne encamdan.Derbarê pirsa peyamnêrê Rûdawê ya derheqê petrolê de jî Barzanî wiha axivî: “Heta niha derbarê veguhestina petrola Kurkûkê de biryareke hatibe dayîn nîne. Iraq dê bişîne yan neşîne hêj diyar nebûye. Di vê mijarê de em jî xwedî biryarin.”Herwiha li ser pirsa peyamnerê me ya “agahiyên xweş hene?” jî Barzanî got: “Rast e, em bi heyameke dijwar re derbas dibin lê em dê bi hev re vê heyamê derbas bikin. Divê em weke milet û aliyên siyasî li ser hinek prensiban rêkbikevin. Rast e ev serdem dijwar e, lê di heman demê de derfet e ku em pêdeçûnê li xwe jî bikin. Ev milet, ev welat dê her hebe. Dereng an zû em dê her bigihêjin mafên xwe.Derbarî wan nûçeyên ku tê gotin diyaloga nehênî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye Barzanî ragihand gotûbêjên veşartî nebûne û tenê gotûbêjên şandên leşkerî hebûye û armanca wan jî rêgirîkiri bûye ji derketina şer.Di beşeke din axaftina xwe de Barzanî got: “Ji îro ve şanda civata wezîran serdanên xwe bo cem aliyên siyasî destpê dike. Em dê hewl bidin roja birêveçûna hilbijartinan destnîşan bikin.”Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê rawestandina geştên asmanî de jî got: “Binpêkirina destûra bingehîn e, ne yasayî ye. Ev yek li dijî mafên mirovahî ye. Heger dixwazin em li firokexaneyan çi dikin, fermo bila bêne, em amadene. Lê girtina firokeyan binpêkirina mafên mirovahî ye.” Rûdaw

Back to top button