Polîtîk

Hikûmetê ji bo vê qonaxê çend biryarên giring dan

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, roja 20.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, civiya.Serokwezîr ji beşdarên civînê re behsa naveroka peywendiya bi telefonê digel wezîrê derve yê Amerîkayê û ew nameyên ji aliyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî û berpirsa balaya siyaseta derve ya Yekêtiya Ewropayê gihiştinê kir û, herwesa, behsa dîdara xwe ya bi balyozê nû yê Brîtaniyayê re kir û got ku ew hemû aliyên navdewletî piştgiriya hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê di vê qonaxê de dikin û ji bona destpêkirina diyalogê bi Bexdayê re amadene alîkariyê bikin.Serowkezîr diyar kir ku, ji bona nirxandina rewşa Herêma Kurdistanê, ew digel cîgirê xwe dê serdana aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bikin ku hemû bi hev re bi yekrêzî vê qonxa dijawar derbas bikin û digel Bexdayê jî li ser bingeha destûrê ji bona çareserkirina pirsgirêkan dyaloga cidî dest pê bikin.Civata wezîran tekîd li ser berdewamiya pilan û pirojeya çaksaziyê kir, bi taybetî, çaksazî û nûkirina wezareta darayî û aborî. Wezîr hatin raspasrtin ku li ser kêmkirina xwerciyên giştî û zêdekirin û pircurekirina çavkaniyên dahatiniyê kar bikin. Bihûrî şopandina dahatiniyê giştî, şefafiyet, çaksazî û rêxistina darayîya giştî ji bo derbaskirina kirîza darayî.Civînê careke din tekîd kir ku eger hikûmeta federalî amadeye budce û miaşên Herêma Kurdistanê bide, divê pirojeyasaya budceya giştiya Îraqê a sala 2018ê di ber çavan re derbas bike bi awayekî ku Herêma Kurdistanê beşe budceya xwe bi awayekî adil di çaçroveya destûra Îraqê de bidest bîne û vê yekê jî pêwîstî bi danûstandinên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqa federal de heye.Civînê li ser guhertina biryareke civata wezîran razemendî nîşan da ku teybet bû bi rêxistina kirê, risomat û cezayên darayî yên taybet bi qeydkirina kompaniyên bazirganî li Herêma Kurdistanê, bi armanca teşwîqkirina sektora taybet û hêsankarî di warê damezrandin û qeydkirina kompaniyan û di vî warî de  bi pîvanên navdewletî bigihin ku ji aliyê Bankaya Navdewletê ve hatina amadekirin. 

Back to top button