Serokwezîr: Bê hişiyariya civakî qanûn bi tenê nikare şideta dijî jinan kêm bike
Bi amadebûna serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, merasima kampaniyaya berhinagarbûna şideta li dijî jinan, roja yekşemê 27-11-2016ê li Hewlêrê dest bi kar û xebatên xwe kir û dê 16 rojan berdewam be.Di merasimê de ku, wezîr û parlemanter, konsul û nûnerên welatên biyanî, rêkxistinên mafên jinan û mirovî yên navdewletî û navxweyî beşdar bibûn Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di peyvekê de xuya kir ku, parastina mafên jinan karê hikûmetê ye û bi alîkariya rêkxistinên têkildar mafên jinan biparêze, bo vê yekê ji amaje bi giringiya yasayê kir ji bo parastina mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan û daxwaz ji rêkxistinên jinan û civaka sivîl kir ku, ji bo pêşxistina hişiyarîya yasayî û civakî di nava civakê de, bi taybetî di nava jinan de, pitir kar bikin.Derbarê gavên hikûmetê ji bo parastina mafên jinan, Barzanî xuya kir li sala 2008 bi alîkariya parlemanê gavên giring ji bo parastina mafên jinan hate havêtin, weke; serastkirina yasaya berhinagarbûna şideta dijî jinan, qedexekirina kuştina bi navê namûsê, bizorê bişûdan, mezin bi biçûk, jin bi jin, mercdarkirina pirjinî, xetenekirin/sinetkirina keçan, dadwerî di dabeşkirina mîratê de navbera jin û mêran û keç û koran, peydakirina hijmareke senterên parastina jijên di bin gefan de, danan dadgeha lêkolînan li şideta dijî malbatê û bo avêtina van gavan herêma Kurdistanê gelek ji deverên diin yên Îraqê pêkeftîtire.Amje bi vî yekê jî da ku amara kuştin û xweşewitandina jinan li berawird bi salên bihurî kîmtir bûye. Lê hêşta rewash jinan cihê razîbûnê nine.Ji bo parastina mafên jinan amje bi giringî û guhertina pirogramên perwerde li xwendingeh û zanîngehan kir ku divê rêzgirtin ji jinan û nehûştina tundî beramber jinan bibe parek ji kultûr û perwerdeyê.Serokwezîr herwhiha rola mamostayên olî ji bo parastina mafên jinan girirng nirxand û daxwaz kir hişiyarîya mirovî ji bo parastina mafên jinan wek erkekê olî û mirovî û niştîmanî pêş bixin.Derbarê karên hovaneyên DAIŞê beramber jinên kurdên Êzîdî xuya kir ku, sivikatî û tawanên DAIŞê beramber kurdan qet ji bîr nakin. Amaje bi hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji bo rizgarkirina xuşk û dayikên kurdên Êzîdî ku ji aliyê DAIŞê hatin revandin , heya niha 2890 kes hatine rizgar kirin û her heftiya borî 18 keç û jin û zarokên Êzîdî li Teleferê ji aliyê ofîsa taybeta hikûmetê hatine rizgarkirin ku ji bo vê yekê hatiye avakirin.Weke tê zanîn merasim ji aliyê Encumena Bilinda Xaniman û Sentera Çareserî û Piştîvaniya Jinan û Keçên rizgarbûyên destê DAIŞê hatiye sazkirin hatiye amadekirin û dê bo demê 16 rojan berdewam dibe.