
Recep Teyîp Erdogan serokomarê Tirkiyeyê, roja çarşemê 04.04.2018ê, bi boneya wefatkirina Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, bi telefonê peywendî bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û sersaxiyên gihandinê. Di wê peywendiya telefonî de, Serokomarê Tirkiyeyê ji Nêçîrvan Barzanî û malabata Barzan re sersaxî xwest û ji kûratiya dil hevderdî û hevxemiya xwe nîşan da û got ku di vê kovanê de ew xwe hevparê xem û kovana Nêçîrvan Barzanî û Malbata wî dizane. Erdogan hêvî xwest ev xema dawiyê ya malbatê be û Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi rehma xwe bi beheştê xwe şad bike.Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandanan hevderdî û hevxemiyê sipasiya Recep Teyîp Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê kir.