Civak

Balyozê Rûsyayê li Îraqê sersaxiyê li Serokwezîrê Kurdistanê dike

Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsyayê li Îraqa Federal di peyameke sersaxiyê de bi boneya wefatkirina xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, ji Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re serxazî xwest.Teksta peyama sersaxiyê ya Balyozê Rûsyayê:Birêz: Cenabê Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma KurdistanêBirêz: BarzanîBi xem û kovaneke mezin me nûçeya wefatkirina birayê we yên birêz Dilovan Barzanî bihîst. Xwedêjêrazî li Herêma Kurdistanê yê binavûdeng bû, ne bi tenê bi serkeftinên xwe di pirsên civakî de, lê bi welatperwerî û niyetpaqijiya li hember gelê xwe jî.Ez hevxemiya xwe ji kûratiya dil bi we yên birzê û malbat û hevalên wî radigehîn im, canê wî şad be.Dilsozê weMaksîm MaksîmovBalyozê Rûsyayê li Îraqê03.04.2018

Back to top button