Serokkomarê Iraqê Fuad Mesum li gel heyeta hevbeş ya PDK û YNK li Bexdayê hevdîtinek pêkanî.Di hevdînê de behsa girîngiya destpêkirina xula nû ya Parlemantoya Iraqê û rûniştina yekem di heyama destûrî de kirine, ev jî wek amadekariyekê bo pêkanîna hikûmeta nû li gor dema yasayî ya ji bo wê hatiye diyarkirin.Herwiha di civînê de guftûgo derbarê guhartinên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi taybet û yên Iraqê bi giştî hate kirin û tekezî li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera aliyan de hate kirin.Her du şandên PDK û YNKê bi serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Berpirsê Desteya Karîger a YNKê Mela Bextiyar bi serdanekê gihîştin Bexdayê û ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiyan.