Min Dît û Nabêjim

Silêman ÇakirMin Dît û Nabêjim /24/P/Wezne serdorê roj bi Roj xeradibû. Piştî dibîstane seretayî xilas bû, dor hatibû biryarê nú. Di malbatê de lawê mezin ez mabûm. Birayê jimin mestir, çû bû leşkerîyè,hevjîn û sê zarokê wî dinav malbatê de bûn.Mîne çetebûnê û qeçaxvan roj bi Roj zêde di bûn, ên çetewarî roj bi Roj pisgirêk derdixistin. .Rojek wext ber esrîkî ye, gavanê gûnd xalê Hesen li gûndîye xiste hawar,ku çend mirovê çekdar hatin limin xistin û dewarê gûnd dane ber xwe û birin. Ji milê dîtir qeçaxvan di herêmê de derbas di bûn û leşker di hatin hesap ji serdorê di xwestin. Serdor mabû di navbenda xelîl û celîl de.Wext germ û av li milê çîye peyde nedibû texrîben gûndî zanin ku kê dewarê gúnd Revandine, ji xwe wa jî ji gavan pirsîbûn ,kûjen dewar ên kûjen malbatêne, wa di neqênin û didin berxwe û dibin.Gelek gûndî newêrabûn pey wade biçin,bavo çend mirovê xwe sitandin cem xwe ú wa şopand in. Di sînorê Nebilêde wa dixin çemberê, bavo bandikê serkêşê wa dibê dewarê me berdin,ger hûn ne berdin em bela xwe jiwe venakin, bi hevdû di şêwirin û deware di berdin, bavo ên licem wî deware tênin…Birayê mezin leşkere,xebata malbatê kete ser milê minde,kârê malbatê gelek girane, divabê fêkî bê danhevdan bikevê selike li kerê barbibê û di wextê fecerê de em derkevin ser rêçkâ bajêr û em bibin erasê û bi firoşin dikandare. Fêkî gelek texlît bûn,heme çi bê hişê we ew cins hebû. Rêçk nexweş bûn û tehlûke zêde bûn, jibon va minasebeta bavo gote serkêşê gûnd ku bere tevde biçin,mîne kerwan, êdî ku ew biryar hate sitandin hinek baş çêbû. Di rêçkâ me de sikâkek hebû avçilk û reş bû gelek care kerê me di hirtepilîn û di ketin,dema mirovek tenê bûne gelek zor bû.Bi ser wa şert û mercê girande dema em di hatin erasê bajarîye sergiranî lime dikirin,fêkîyê me eger sed (100)kîlo bûne dadixistin 60-70 kîloye. Jibon vê zilmê min û dikandarekî şer kir, gûndîye jî piştgirî dane min û carek din ev pisgirêk hew çêbûn…Min Dît û Nabêjim /24/O/Şîretê şivan ketibûne serê minde,tim li bîra min bûn.Ew şîretê ku limin kiribûn ez bawerim zanistekî herî bîre wer encex wa şîrete li mirov bikê. Çiqas dem berpêşve diçê qîmetê şîretê şivan bêhtir tên fahm kirin,lê min çend şîretê wî pêk ne anîn û ez tim zahmetî yê digşînim,poşman dibim.Mirov dibê belki vî şivanî oxforsd xwendibû, mixabin sê sal li dibîstane seretayî xwendibû û ji Faqîrtî dev ji dibîstanê berda bû û dest bi şivantîyê kiribû.Ku mektebe bi xwêne.Heta tu zanengehê xilas nekê devjê neberd.Piştî te xwend û te xilas kir dest bi kârekî fermî bike.Dema tê dest bi kârê fermî kir sîstemeke xweyî malbatî ava bike.Şexse tu pêre bi zewicê bere ew jî mîne te zane bê.Bere hevjîne te jî qewmê te bê.Gel û welatê xwe nas bike.Jibon Gel û welatê xwe be û jibon wa bi xebite. .Wê gelek qedir û qîmetê te hebê. Dema tê xwend,tê ji gelek astengîye xilas bibê. ..Wext wextê xwendinê bû. Birayê li leşkerîyè hatibû û piştî çend roje ji malbatê cûda bû. Dema ku me nû dest bi dibîstane seretayî kir,xatireke gelek bâlkêş di jîyane zarokîde pêk hat.Mamoste em xistin rêzê, liser min pêjeme û qutik hebû, min Tirkî fahm nedikir,bankire kûrê axê ku bêje vî kurikî bê bi pêjeme mirov nayê dibîstanê. Bere bêjê bavê xwe jêre şelvalekî, qundurekê û gomlek bistînê, lawê axê gotinê Mamoste we gerandin Kurdî ,min jî ku başe,êvarî dema ku em çûn malê, min ji bavo re got wî jî gote birayê mezin ,roja dîtir anî, jibon min û birayê piçûk re.Gelek kêfa me hat,em sibehê rabûn û me berk nû li xwe kirin,pantelonê min renk reş û Qadîfe bû. Kâşê kelha Bûnisra meşhure, bi fetlînoke, ji kêfa em bi bez daketin dibîstanê, dema ez gihiştim diryankê lingê min li kevirekî aliqî û min sê  (3)teqle avêtin,kâba min li kevirekî xerab ket û ez di nav xwînê de mam..Kâba min bi çend cîye qelişt,şelvarê nû qetîye, ez liber kâba xwe neketim,liber qetandine pantelonê nû Ketim, ez vegerîyem malê, dema dayîke Emîne ez wisa dîtim girî ku çava bi te veda,başe şelvarê dûyem hebû, ser min paqişkir û gûhert,bi destê min girt ez birim dibîstanê, li derîyê polê da,Mamoste derî vekir,gelek bi hûrmetkârî pirsî, dayîkê bi Tirkî nizanî bû. Mamoste bankire lawê axê û mesele fahm kir,gote dayîkê ku biçê, xemgîn nebe,destê xwe ser serê minde bir û dil xweşî dayî min,derman anî cîyê bi birîn derman kir û ez ser kursîyê min rûnandim. .Ez vegerîyem ji bajêr, min perê fêkîyê ku firoştî bû dayî bavo, piştre çûme cem dayîkê min ku dayîkê dibîstan vebûn,divabê ez berdewam bikim,were ez û tu bêjin bavo,kâ ew çi dibêjê. ..Dayîkê ku ne neha,dema êvarî me şîva xwar ezê bêjim..Lê wê bêjê na,jibon ku em herdû bi tenê emê bimînin..Min ku dayîkê kurekî we dîtir heye,ku raste ve sazkâre, a dûyem jibon malê bûk lazime,dema wisa got ez ricifim û şîrete şivan hate bira min….Wext payîz bû. Nêzîkî esrê malbatê xwe amede dikirin ku derkevin gûnd.Pez jibon ku baştir qelew bibê li çîya yê sîrke di hate çêrandin û şivan her malbatek yek,dû mirov xwarine şivane di birin û tevde liwir di hatin cem hevdû û bi Nobet radikevin, lê carne dimane dereng.Bavo gelek kâr û xebat bi hevre dikir.Neçîrvan û kewgêrî bû. Dema xwe amede kir ku îşev tu jî bi minre were,wê jibon te gûhertin çêbibê. Dayîkê ne di xwest lê dema bavo got gotin qût dibû. Kewê xwe û tivinge xwe avête ser mil,xwarine şivan jî xiste têrê û li kerê boz ez suwar kirim û em derketin ser rêçkâ çîya yê sîrke.Piştî wextekî ku em meşîn em gihiştin binye şikefte. Ku livir Kew hene,davkê xwe vedin, ribat dênin ser ferşik û ribat dênin serê dare beruyê û em têkevin kozke xwe,lê em kerê boz li wî milî girêdin.Me wisa kir,ribat xwend,bankire qewmê xwe..Ji qewmê wî çendeke bersiv da.Min di wê kêlîyê de ku eve dibêjin Kew neyarê serê xweye…Çendek hatin û bi ribat re şer kirin,dûdo jiwa ketin davade, dema ku aliqîn em rabûn, me wa jî dava derxist,pirtikê bazkê wa jê kir, me xiste reke ha vala…Me xwe amede kir û em çûne hereme ku tevde wê bên…Piştî mexreb herkes hat û li hevdû civîn,bavo gote şivane ku êzinge bînin û agir pêxin..Bovo gote şivanê xwe ku here kàrekî bîne û şer jêke. Şivan kârik anî şer jê kir û ji eyarê wî xist û dest bi bijartinê kirin..Min jî ku ez bibim âlîkâr hinek darik bidim hevdû. Dema min destê xwe avête darike dibin qurmê darêde tiştekî tilîke min gezkir û şewateke xerab jê hat..Bavo dema min ku ay…!Fahm kir ku tiştek bû, hat li tilya min meyzekir,xwedî tecrûbeke mezin bû çû bacaneke sor (firingî)anî û tilya min xiste nav de. .Goştê xwe birajtin û xwarin,şivane pez rakir çêrîye û ên ku raket,ji xwe raze, lê ez raneketim heta sibey. ….Min Dît û Nabêjim /24/U/Hawa payîzê a sibehê cemidî ye, dema ku mirov li çîye bê. Em zû ji xew rabûn.Bavo jibon min gelek xemgîn bú. Me xwe da hevdû û em hatin nav rez.Tilîke min jî jahre dûpişk gelek tarî ye. Piştî wextekî kin dayîk ew jî hatin.Fahm kir ku moralê min xerabe ye, jimin pirsî min tiştek ne got,bavo mesele ji ware got,dayîk xemgîn bû. Çû bacaneke sor anî û dîse tilya min xiste nav de û bi paçekî girêda.Dest bi amede bûne taştê kirin û em tevde rûniştin ser sifre xwarinê. Di ser sifrîyê de dayîkê berdewame min a dibîstanê vekir,bavo ku başe,lê emê bi tenê bimînin..Jibon malbatê bûk lazime,ger ez Bim tev ji dibîstanê berdin.Em keçeke xalê wî jêre bi xwazin û bere bi zewicê û emê jîyane xwe berdewam bikin..Dema bi xwînê ji destê me çû. Wê bibê mîne Tirke. .Dema bavo wisa got,min midahale kir.Min ku dema ez bi xwênim,ezê bibim xwedîyê hinek îmkane, hunê piştî çend sale extîyar bibin,zarokê we tevde bi zewicin û wê li malbata xwe meyzekin.Hûnê nikâribin heywane xwedî bikin.Çend donum baxçe we heye,piştî çend salê dîtir wê kurê we pare xwe bi xwazin,hunê nikaribin li xwe meyzekin,ger ez bi xwîn im, bibim xwedîyê kârekî ezê liwe meyze bikim..Dema min wisa got bavo ma sekinî, dayîk ku raste..Birayê mezin ji malbatê cûda bûbû, ên piçûk melûl bû, çend sal mabû ku bibê leşker.Min fahm kir ku bavo naxwazê ez dibîstanê berdewam bikim.Roja dîtir ez çûme bajêr,li bajêr xwedê jê razî S.G.hebû. Pirtûkê dibîstanê di firoştin.Ez çûme cem wî, gelek hûrmete wî jî malbate me re hebû. Min derdê xwe jêre got.Ku hên wext heye,were ez te bibim li dibîstanê bi nivîsim,lê nasname te û şeş (6)wene  (resim)lazimin,min tevde amede kir û piştî nîv ro em çûne dibîstanê ez nivîsim. Em vegerîyen,gote min here cem pismamê min ên ku cilke di dirúyê  (Terzî)Navê wî A.G.bû. Ez çûme cem wî û min Silavê xwedê jê razî S.G.got,ku ser çava û ser sera..Jibon min taqimek bedil û dû  (2)gomlek pîvane Bedena min girt û min xatir xwest û ez çûme cem qundirefiroş, min jibon xwe qundirekek sitand,dû qirewat û min teslîmî apê S.G.kir û ez çûme mala hevalekî xwe jibon raketinê. Dema wî hevalî ez dîtim gelek kêf xweş bû. Min jibon mêvandarîyê wî agahdar kir û ez hatim merkeze bajêr.Wextê şîvê bú. Aşxane C.X.meşhur bû ez çûme wir,piştî ez rûniştim du (2)kûr xalê min hatin,dema ez dîtim hatin cem min û rûniştin.Navê herdû ke jî S.A.bû, navê min jî, silêman bû lê paşnavê min cûda bû. Em tevde kêf xweş bûn.Me li hevdû pirsî ên mezin karmendê banqê bû ên dîtir di xwend.Ji min pirsîn,min ku jibon xwendinê min xwe li dibîstanê nivîst ezê berdewam bikim,lê bavo dibê na….S.A.’ê mezin berî ku Bersiva min bidê. Bangır xebat kârekî aşxanê  (Î)navê wî ligor em agahdar kir,hevalê wî bû. Gelek qedir û qîmetê me girt.Lime vegerîye ku em çi bi xwún?Me tu bersiv neda,êdî wî gote hevalê xwe ku ji mere Kebab û salata bide çêkirin.Ku ser çava û çû. Piştre limin vegerîye ku ser biryare xwe bimîne, ezê piştgirîyê bidim te.Dîse berdewam kir gotine xwe,ku gelek bâlkêşe navê me her sê ye eynî nave(s)…Min ku raste.Me xwarine xwe xwar,em rabûn derketin,ew çû male hevalekî xwe ,min jî xatir xwest û çûm raketim..Ew li bajarokê aqçeqela di xebitî,piştre bi qomloyekê hate Kûştin. .Me carek din hevdû nedît.Bû roje dîtir ez çûme gûnd,lê berî ez biçim gûnd min ser xwe gûhert.Gomlekekî bê zendik,pantelonekî nû min li xwe kir û ez çú. Dema ez gihiştim gûnd dayîkê ku lawê min ev çi cilin?Ev cilê gawirene te li xwe kirine,min ku na dayîkê, min xwe li dibîstane bajêr xwe nivîst û ezê berdewam bikim..Dema min wisa got,dayê ku limin qirikê wê bavê te qîyameta rakê. ..Berdewam dibe…  

Nerîna min :