PolîtîkRojev

Serokkomarê Iraqê derewek li Papa kir

Serokkomarê Îraqê Berhem Salih duhê di dema civîna xwe ya bi Papaya Vatîkanê re gotibû ku bajarê Qereqûşê yaku ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagîrkirin, ji aliyê hêzên Îraqî ve hatiye rizgarkirin û hêzên Îraqî jî xaça ser kilîseyê bilind kirine.

Ev gotinên Berhem Salih ku beruvajî rastiyanin, ji aliyê gelê Kurdistanê, şêniyên deverê û hêzên pêşmerge ve jî hatin rexnekirin.

Beriya her kesekî şêniyên deverê diyar kirine ku ev bi çavên xwe dîtine ku hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bajarê Qereqûşê ku navendeke serekî ya Mesîhiyane, ji destê terorîstên DAIŞê rizgarkirine û her hêzên pêşmerge bûn ku xaça Kilîseyê jî bilind kirin.

Herwiha gelê Kurd û hêzên pêşmerge jî jiber gotinên han yên Berhem Salih dilgiranin û dibêjin nabe Serokkomarê Îraqê rastiyan beruvajî bike jiber ku dinya dizane ku kî Qereqûş rizgar kiriye û kî xaça ser Kilîseyê yaku ji aliyê terorîstan ve hatibû xistin, bilind kirine û xistine cîhê xwe.

Herwiha hêzên pêşmerge jî dibêjin ku ev gotin dûrin ji rastiyê jiber ku tomarên Dîrokî diyar û berçavên û di nava wan tomaran de diyare ku kî Qereqûş rizgar kiriye û kî xaça Kilîseyê xistiye cîhê xwe.

Back to top button