Serokkomarê Îranê Îsraîl tehdît dike!

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di peyama sersaxiyê ya ji bo fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Seyîd Razî Mûsewî yê ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya ser Sûriyeyê de hatî kujtin de,gef(zirt) li Îsraîlê kirin û got: “Bêguman siyonîst dê berdêla vî tawanî bidin.” Mûsewî wek hevalekî nêzîk yê generalê Îranî Qasim Silêmanî tê naskirin, ku di sala 2020an de di êrîşeke Amerîkayê de li Iraqê hatibû kuştin.
Seyîs Razî Musevî
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku ji bo Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşê Seyîd Razî Mûsewî yê ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê de hatî kujtin, peyama sersaxiyê ragihand gef li Îsraîlê xwar. Reîsî got, “Siyonîst teqez dê berdêla vî tawanî bidin.”
Îsrail li Sûriye bingehên milîsên Îrnî bombebaran dike, Seyîd Razî Mûsewî ku yek ji fermandarên payebilind ên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ye, di encama êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê de li nêzî Şamê paytexta Sûriyeyê hat kuştin.