Di 2023an de li YE zêdetirî 1 milyon serlêdanên penaberiyê çêbûne

Penaberên Almanya û Ewropayê di sala 2023an de di asta rekorê de zêde bûn. Dîrektora Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Nina Gregori got: “Serlêdanên penaberiyê yên ji bo Yekîtiya Ewropayê ji milyonekê zêdetir in”.
Di sala 2023an de di serlêdanên penaberiyê yên li Almanya û Ewropayê zêdebûnek berbiçav çêbûye.
Dîrektora Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Nina Gregori, ji koma weşanger a Alman Funke Media re ragihand ku hejmara penaxwazan di sala 2023an de bi tevahî ji milyonekê zêdetir e.
Gregorî diyar kir ku tenê di meha cotmehê de 123 hezar serlêdanên nû yên penaberiyê hatine kirin û ev hejmar di 7 salên dawî de hejmara herî zêde ye ku di mehekê de hatiye tomarkirin.
Gregorî, diyar kir ku ew bawer nake li Yekîtiya Ewropayê (YE) hejmara penaxwazan kêm bibe, berovajî vê yekê ew li bendê ne ku zêde bibe û got: “Hemû cîhana li derdora me her ku diçe bêîstîqrar dibe. Penaberên ku di sala 2024an û şûnde li paraztinê digerin wê kêm nebin û qismî jî zêde dibin û wê hîn jî zêdetir bibin. 2024 wê bibe salek dijwar”.
Li gor daneyên Ajansa Penaberî ya Yekîtiya Ewropa ya Funke Media Group, heta dawiya Cotmeha 2023an hejmara serlêdanên penaberiyê yên ku ji welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê re hatine kirin, bi fermî 937 hezar bû. Ev tê wateya ku li gor heyama par ji sedî 22 zêde bûye.
Almanya welatê herî zêde ye ku serlêdanên penaberiyê lê tên kirin
Ajansa Koçberî û Penaberî ya Almanyayê (BAMF) ragihand ku hejmara serlêdanên penaberî yên îsal ji bo Almanyayê heta dawiya Mijdara 2023an bi fermî 325 hezar û 801 e. Ev rêje li gor heman heyama par ji sedî 52 zêde bûye. 304 hezar û 581 ji van penaberan cara ewil serlêdana penaberiyê kirine.
Li gor daxuyaniya Ajansa Penaberî ya Yekîtiya Ewropayê, Almanya welatê pêşîn e ku penaber dixwazin lê bijîn. Di meha cotmehê de ji sedî 27ê serlêdanên penaberiyê li Almanyayê hatine kirin.
Hejmara welatiyên Komara Tirkiyê yên ku îsal hatin Almanyayê û cara ewil serî li mafê penaberiyê dan derket 55 hezar û 354an. Ev hejmar di heyama sala 2022an de 19 hezar û 754 bû. Ev jî nîşan dide ku ji sedî 180,2 penaberên ji Tirkiyê zêde bûne.