Cîhan

Serokê Vatîkanê Papa Leo XIV, serdana Tirkiye kir

Serokê Vatîkanê Papa Leo XIV, serdana Tirkiyeyê kir û bi Serokomar Erdogan re civîneke çapemeniyê li dar xist û got, “Ev welat bi kokên xwe yên Xiristiyanî ve girêdayî ye. Xweşikbûna xwezayî ya welatê we me teşwîq dike ku em afirandina Xwedê biparêzin. Tirk xwedî dîrokeke ecêb in. Hûn qîmetê didin pirrengiya xwe ya navxwe.”

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdoğan bi Papa Leo XIV, Serokê Dewleta Vatîkanê re hevdîtinek taybet kir. Civîna ku li Kompleksa Serokkomariyê pêk hatî, nêzîkî nîv saetê dom kir. Piştî hevdîtinê, Erdoğan û Papa Leo XIV civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Erdoğan di axvtina xwe de got:
“Ez bi dil û can bawer dikim ku peyamên ku ji Tirkiyeyê di seranserê serdanê de werin dayîn, nemaze yên ku di vê salonê de têne nîşandan, dê bigihîjin cîhana Tirk-Îslamî û tevahiya cîhana Xiristiyan, û hêviyên ji bo aştiyê li cîhanê bêhtir zêde bikin,”

Piştî vErdogan Papa Leo XIV axivî û got:

“Gelek spas ji bo pêşwaziya we ya xweş.” “Ev welat bi kokên xwe yên Xiristiyanî ve girêdayî ye. Xweşikbûna xwezayî ya welatê we me teşwîq dike ku em afirandina Xwedê biparêzin. Tirk xwedî dîrokeke ecêb in. Hûn qîmetê didin pirrengiya xwe ya hundurîn. Ev pir Tirkiyeyê bi heve ve girêdide.”

Back to top button