Serokê TFFê Hacîosmanoglu ji bo yariya Amedsporê li Diyarbekirê ye !
Serokê Federasyona Fotbolê yê Tirkiye(TFF) Îbrahîm Hacîosmanoglu ji bo temaşekirina yariya ewil a vê pêvajoyê ya Amedsporê hat Diyarbekirê. Hacîosmanoglu di xwarinekî de li gel parezger,berpirsê asayîşê ê hevşeredarên Diyarbekirê re hat ba hev û li ser rewşa Amedsporê axivîn.
Haciosmanoglu ji aliyê Serokê Klûba Amedsporê Azîz Elaldî ve hat pêşwazîkirin. Rêveberê Herêmê yê TFF’ê yê Amedê Serkan Bayhan û Serokê Şaxa Amedê ya Federasyona Yaneyên Sporên Amator ên Tirkiyeyê Remzî Dayan, serok û rêveberên klûbên werzîşê yên amator jî bi Haciosmanoglu re bûn.
Haciosmanogluyê ku çû navçeya Sûra Diyarbekirê ya dîrokî, li gel heyeta ku di nav de Serokê Klûba Amedsporê Azîz Elaldî jî hebû, Mizgefta Ulu, Minareya Çar Ling û Dêra Ermeniyan a Surp Giragos ziyaret kir û der barê avahiyan de agahî wergirt. Bi temaşevanên Amedsporê re wêne kişandin.
Piştre jî heyet ji bo şîva organîze çû Qesra Cemîlpaşa. Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu, Midûrê Emniyetê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdarî xwarinê bûn. Beriya xwarinê çapemenî ji qadê hat derxistin.
Hacîosmanoglû beriya ku weke Serokê TFF’ê bê hilbijartin, di daxuyaniya xwe de got, “Min bi Amedsporê re hevdîtin kir. Dibêjin ‘Spor biratî ye’. Divê em jî piştgiriyê bidin wan. “Eger şansê min hebe û were hilbijartin ez ê maça ewil li Amedê temaşe bikim.