Serokê senetoya Îtalya pêşwaziya Barzanî kir
Serokê senatoya Îtaliya Denato Skefanî, pêşwazîya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û şandeya pê re kir. Denato Skefanî şadbûna xwe ji bo serdana serokê herêma Kurdistanê ya ber bi Îtalya ve da nîşandan û pîrozbayî, ji bo wergirtina xelata Atlantik lê kir. Di vê dîdarê de behsa peywendîyên navbera herdu alîyan jî hat kirin.
Serokê senetoya Îtalya di vê dîdarê behsa cenga 2003 ya bi rejîma Seddam Huseyn re kir û got, ku wan piştevanîya vê cengê kir, da ku rejîma Beasa faşist bê rûxandin.
Skefanî pesnê rola serokê herêma Kurdistanê ya di prosesa siyasîya Iraqê de da û bi taybetî jî, behsa pêşnyarên serokê Kurdistanê yên ji bo pêkanîna hukûmeta Iraqê kir.
Di derbarê pirsa Krîstiyanên Iraqê jî de, pesnê rola serokê Kurdistanê hat dan û tekezî jî li ser wê yekê hat kirin, ku pêwendîyên aborî û bazirganîyên navbera Îtaliya û Iraqê-Kurdistanê gelek pêşkevtî ne.
Serokê senatoya Îtaliya weha jî got, ku ew dê pîkolên mezin bikin da ku konsulxaneya Îtaliya li herêma Kurdistanê bê vekirin.