Nivîsar

Îranê tola xwe ji partiyê hilda

      
Rojnamevan Rêbwar Kerîm Welî di nivîsareka xwe de ragihand ku êrişa li Silêmaniyê a ser baregeha liqê çarê a PDK-ê ji bal merivên Îranê, yên Yekgirtuya Îslamî, Ensarel îslam û fahşbuyiyên Gorranê pêk hatiye. Wî roleka giring bi taybetî da îranê û Yekgiruya îslamî. Lê di mesela biserketina êrîşan de hêzên ewleyî yên YNK-ê jî berpirs dîtin ku wan karibû rê li ber êrîşê bigirin lê bi zanebûn xemsarî kirin. Nivîsara Rêbiwar Kerîm Welî wiha ye:

Îranê tola xwe ji partiyê hilda

Seyra vê tesadufê bikin! Roja 29-ê kanûna duyê yanî çend hefte berî nuha bizava Gorranê daxwiyaniyek belavkir û daxwaza hilbijartinên pêşwextî û hilweşandina hukumetê kir. Her wê rojê komek xwepêşander di xwepêşandaneka muhletdayî de ji bo protestokirina li sêdaredana çalakîgêrrên kurd ji bal îranê ve amade bûn. Hejmareka xwepêşanderan bi beran êrîş bir ser konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê û ew berbaran kir, lewheya konsulxaneyê şikand. Bi wê jî ranewestiyan wêneyên Xamaneyî û Xumeynî dirandin. Her di wê rojê de li gor agadariyan mamoste Selaheddîn Bahaeddîn emîndarê giştî yê Yakgirtiya Îslamî li Tehranê bû.

Gava Gorranê daxwiyaniya xwe da diyar bû ku partiyên Îslamî yên nav parlamentoyê piştgiriya temam nadinê, lê wan welê jî kir ku ne şîş bişewite ne jî kebab. Helwesta wan ne li gel Gorranê bû ne jî wiha bû ku ne li gel wê ne.

Bi kurtî piştî wê midetê û bi taybetî jî piştî civîna dawîn a Gorranê û Yekgirtûyê di mesela hevkarî û alîkariyê di warê hevrikiyê (mixalefetê) de komdengiyek durust bû ji bo gavên piştî wê.

Di rûdayiya (buyer) Silêmaniyê de rola Yekgirtiya Îslamî roleka haşahilnegir (nayê înkarkirin) e. Rast e ku Gorran li pişt beşeka mezin a civîna gelêrî ya ber deriyê Serayê bû. Lê Gorran resmî ne li gel wê bû ku berê rûdayiyan ber bi wê hêla baregehê ve biçe. Ev bi ronîkirin û şirovekirinên Gorranê diyar in.

Yekgirtuya Îslamî, kevne ensarên nav civakê û beşek ji sergêjkiriyên(rêşaşkiriyên) Gorranê berê buyeran guherî. Ev jî daxwaza serekî ya Îranê bû ku heta nuha jî berpirsên Partiyê (PDK-ê) amaje pê nakin (destnîşan nakin). Partî baş dizane ku Îran di riya îslamiyan û destûpiyên (maşikên) xwe re dixwest fitîla şerî li navbera partiyê û Gorranê bide serîhildanê. Lê ji bo wê neçû serî.

Karbidestên Yekîtiyê li Silêmaniyê û pevçûn û leca nav berpirsên asayişa Silêmaniyê wiha kir ku partî bibe amanc. Îro gelek xelk ji dost û biraderên ku tenê beşdarên nav xwepêşandana ber deriyê Serayê bûn dipirsin dibêjin”baş e, ji bo me gelek ecêb e ku êrîş hat birin ser liqê 4-ê ê partiyê. Ma ne, partî li Silêmaniyê ne li ser hukum e û tiştek jî di destê wê de tuneye; ne desthilata wê hebuye ku ku li vî bajarî gendeliyê bike. Ev pirsa berpirsên partiyê ye jî… Lê belê bersiva vê pirsê gelek asan e. Ji bo xwepêşandaneka ku rêkxerên wê Yekgirtuya Îslamî û Îran bin tu hedefek bi qasî baregeha partiyê ne giring e. Çima? Yekgirtû niha jî şewitandina baregeha xwe ya li Dihokê ya sala 2005-ê jibîrnekiriye. Eger wê rojê baregeha partiyê bihataya şewitandin ê tola şewitandina baregeha xwe ya li Duhokê hilaniya. Gava ku li Hewlêrê wêneyê Xumeynî û Xamaneyî li ber deriyê baregeha konsulxaneya Îranê tê şewitandin Îran jî hez dike baregeha partiyê bê berbarankirin û camên sor agir tê re hilbibin.

Rola Yekîtiyê (YNK-ê) çi bû?

Her ji wê roja ku bizava Gorranê durust buye, Yekîtî şerê îdeolojiya xwe yê li hemberî Gorranê bi wekaleta partiyê dike. Partiyê jî bi hişkî mil avêtiye ber milê Gorranê û welê dizane ku eger Gorran nemîne hemû pirsgirêk çareser dibin. Di van rûdayiyên dawiyê de yên ku li Silêmaniyê rûdan, meriv sekreterê giştî yê Yekîtiyê jê derxe, yek bi yekê karbidestên Yekîtiyê bi vê rewşê xweşhal bûn. Xwepêşandanên li dijî gendelî û hukmên nexweş çendîn salan ê Yekîtiyê li navçeya Silêmaniyê û Germiyanê yên dema du-îdareyî, berê xwe guherî bû şerê navbera partiyê û xelkê Silêmaniyê, yan di baştirîn rewş de bû şerê navbera partiyê û Gorranê.

Nêçîrvan Barzanî gelek bi hekîmane miamele li gel rûdayiyan kir û rewş ber bi peravên hêmin ve bir. Çimkî hem aliyên hember ji tuhmetbarkirinan bidûr xist, hem jî xelkê partiyê aş kir û ji wan re got dest nedin damûdezgeyên terefan li hember êrişa li Silêmaniyê ya li Silêmaniyê.

Aşkera ya merivên Îranê di nav partiyan de dixwest rewş wek sala 1994-ê lê bê; wek çawa wê salê partîyê û hêza sosyalîst bi rikê hev de çûn û dawiyê Yekîtiyê kontrola rewşê kir, xwest partî êrîşê bibe da ew jî têkeve navbera wan.

Di her halî de Yekîtiya nîştimanî û damûdezgeyên emnî, serbazî û îdarî yên Silêmaniyê berpirs in ji wî halê ku li Silêmaniyê di encama xwepêşandaneka neyasayî û rapelikîyayî de rû da, ku waliyê Silêmaniyê şevekê berê gotibû wan amadeyiyên xwe kirine ku tevlihevî çênebe.

Îja ecêbî di wê de ye ku ji baregeha rêkxistinên demokratîk ên Yakîtiyê jî teqîn li xwepêşanderan hatiye kirin lê kes behsa wê nake.

Nuha pêwist e hukumet hesab û kitabeka baş bike; ji bo çi vê rûda, her kêjî kêmtirxemî kiriye di gurrbûna êrişkirinê de ya ser baregeha liqê 4-ê a partiyê û birîndarbûn û jiynjidestdana xelkê bê eşkerekirin.

Li Silêmaniyê bi midetê herdu hilbijartinên 25/7/2009 û 7/3/2010ê polîs û asayiş û hêzên dijî terorê li herderê amade bûn ku îhtîmala nexweşiyekê lê rû bide, çaw bû ku di 17-ê şubatê de ku hê ji berê de agahdar bûn, welê wenda bûn? Chawa nahêlin ku xwepêşandanek bi gotina çalakvanên Rojhilata Kurdistanê biçe ber deriyê konsulxaneya Îranê, lê rê hat dayin hemû wê wextê seranser baregahê partiyê li ser kolaneka giştî dijûn lê bên kirin berbaran û dawiyê jî gulebaran bê kirin?

Ewên ku li Silêmaniyê êriş birine ser baregeha partiyê û ewên kul i Soranê û Hewlêrê baregehên Gorranê şewitandine divê bên destnîşankirin û li ger yasayan miamele li gel wan bê kirin. Divê partî jî hêzên xwe ji Silêmaniyê vekêşe, Divê serokê hukumetê vî karê rêkbixwe da aliyek hest bi wê neke ku fişara serbazî (eskerî) ya hêzeka din li ser heye. Partî pêdivî bi hêzekê nîne li Silêmaniyê, çimkî ew nej i bo şer e, parastina baregehan erka hukumetê ye li Silêmaniyê.

Nêçîrvan Barzanî jî ew yek red kir kuk es hatibin girtin û daxwaz ji xelkê Silêmaniyê kir ku ew bi xwe beragehên Partiyê biparêzin. Madem partî şer nake ew hêza wê dibe hoyê wê yekê ku xelkê Silêmaniyê wek êrişkar lê binêrin. Bi taybetî ku serokê bizava Gorranê hebûna fewcên Mam Celal û yên Kosret Resûl jî wek hêzên biyanî nîşan dide li bajarê Silêmaniyê.

(Netkurd)

Back to top button