Polîtîk

Guhertin li Sûriyê û rola kurdan

Di 19/2 an de û bi alîkariya intstûta kurdî li Parîsê û komîta Daxuyaniya Şamê li Fransa, sîmînarek li ser van guhertinên dawî li herêmê û bandora wan li rewşa siyasî li Sûriyê û rola kurdan di guhertinê de, pêk hat.

Di vê sîmînarê de Dr. Ebdurezaq Îd (serokê encumena  niştimanî ya Daxuyaniya Şamê li derveyî welêt), Kamîran Haco (endamê emîndariya giştî ya Daxuyaniya Şamê li derveyî welêt) û Ebdulhemîd Eletasî (endamê emîndariya giştî ya Daxuyaniya Şamê li derveyî welêt), axivîn.

Dr. Îd bi giştî li ser rewşa tracîdî ya kurdan ji dema rizgarbûna Sûrya û ta roja îro axivî, û di wê baweriyê de bû ko rola kurdan di guhertinê de  girîng e, û nîşan kir ko kurd bêtir bi rêxistin in, û ev zor û sitema ko li wan dibe wê bê bersiv nemîne..Herweha nîşan kir ko hêza herî sêkularîst li Sûriyê Kurd in.

Kamîran Haco li ser bêbaweriya di nav aliyan de axivî bi taybetî di navbera Kurdan û ereban de, û li ser rayên wê yên dîrokî rawestiya, û kêmasiya rikberiya siyasî di biwarê pirsa Kurd de nîşan kir, û kêmasiyên tevgera kurdî jî di vî warî de dane xuyakirin û nîsan kir ko eger rikberî bixwaze ko Kurd xwedî rol bin û wan bêtir bi aliyê xwe de bikşîne, pêwîst e ko dîtinên xwe li ser vê pirsê zelaltir bikin, û herweha pêwîst e Kurd jî di dîtinên xweyî niştimanî de zelaltir bin.

Ebdulhemîd Eletasî jî li ser guhertinên li Tûnis û Misrê axivî û dît ko guhertin li Sûrya jî wê pêk bê..Herweha nerîna partiya xwe ,di destpêkê de, di pirsa kurdî de rexnekir (Berê navê partiyan wan Partiya komunîst- Mekteb Siyasî -bû, nuha jî navê partiya wan Partiya gel a dêmokrat e)  û got ko ew li dijî vê dîtinê bû..Wî jî rola kurdan di guhertinê de girîng dît, û pêwîstî bi lixwedîderketin û parastina mafên kurdan dît..

Di dawiyê de beşdaran pirs kirin û dîtinên xwe jî diyar kirin…

 

Rojevakurd

Back to top button