Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ji bo serkeftina wî ya hilbijartinê, ji Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan re peyam şand.

Putîn di peyama xwe de dibêje: “Serkeftina we nîşaneya xurtkirina serweriya dewletê û hewldana we ya şopandina polîtîkayeke dereke ya serbixwe ye ku gelê Tirkiyeyê piştgirî da we.”

Putîn spasiya Erdogan kir ku têkiliya dostane ya navbera Tirkiye û Rûsyayê xurt kiriye û ji bo feydeya her du welatan piştgirî daye tevkariyê û wiha berdewam dike, “Di mijarên dualî, herêmî û rojeva navneteweyî de em amade ne û piştrast dikin ku diyaloga xwe ya avaker bidomînin.”

Putîn destnîşan kir ku, ew girîngiyê didin çêkirina Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê û li Tirkiyê avakirina navendeke gaza siruştî.

Putîn ji bo serkeftina hilbijartinê Serokomar Erdogan pîroz kir û wiha dewam kir, “Dostê min ê bi qedr û qîmet ji bo ku hûn cardin wekî Serokomar hatin hilbijartin, ez we ji dil û can pîroz dikim û ji kerema xwe vê pîrozbahiya min qebûl bikin. Ez ji we re serkeftin dixwazim û hêviya tenduristî û aramiyê dikim.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: