Serokê rêxistina terorist birîndar e û li Antakya nexweşxanê de ye

Hat îdiakirin ku serokê rêxistina Heyet Tehrir El Şam Ebu Muhammed El Culanî di êrîşekî de giranî ji sere xwe birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyekî li Tirkiye.

Rêxistina Heyet Tehrir El Şam, şaxek ya El Qaîdeye û berê nave wan El Nusra bû. Ev rêxistin lîsteya terorê ya hêzên hevpeymande ye û li devera Idlibê serdeste.

Roja duşembê evarî li bajarê Idlibê teqînek çêbû û di encama vê teqînê de Ebu Muhammed El Culanî ji sere xwe birîndar bû. Piştre ew veguhaztin nexweşxaneya li bajarê Antakya.

Li gora tê gotin birîna Culani girane . Li idlibê li himber rêxistina Tehrir El şam bi otomobilek bombekirî  êrîşek hate kirin û encamê vê êrîşê de 10 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û 70 jî birîndar hebûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: