Parlementera HDPê bû berbijêrê şeredariya navçeya Enqere
Parlementera HDPê ya Enqere Filiz Kerestecioglu daxûyakirin ku, ew li li Enqere navçeya Çankayayê dibe berbijêrê şeredariyê.
Di dema di civîna parlementoyê de, Filiz Kerestecioglu mafê axavtinê daxwazkir û hate ser kursî û got: Ez berbijira şeradariya Çankayayê me. Cigirê serokê parlementoyê yê ku civîn rêvedibira parlementerê CHP Levent Gok bû. Gok Filiz Keretecioglu pîroz kir û da xûyakirin ku , eve 19 parlementer dibin berbijêrê şeredariya.
Di derbarê berbijêriya Filizê tu daxûyani ji aliyê HDPê ve nehatiye ragihandin. HDPê li Enqere ji bo Şeredariya bajarê mezin tu berbijêr destnîşan nekirin û pişgiriya berbijêrê CHPê û IYI Parti dike.
Dixweyê HDPê ji bo bajariya mezin pişgiriya berbijêrê Tifaqa Milet dike û li Çankayayê jî wek tektîkekî berbijêrekî destnîşan dike. Ji ber ku li Çankaya her demi CHP dengek gelek zêde digre û her tim partiya yekem e.Yani tu bandora Kerestecioglu li Çankaya dengên CHPê nake.