Li Stanbulê dengên HDPê çewe belav dibin?

Dezgehê lêkolînê Konsensus ji bo hilbijartinên şeredariya mezin a Stanbulê lêpirsînek berfireh kir. Li gora encamên lêpirsînê berbijêrê AK Partiyê 3 nikta li pêşiya berbijêrê CHPê ye.

Herweha dezgehê lêpirsînê li ser dengdarên HDP li Stanbulê lêpirsênek cuda pêkaniye.

Li gora encama lêpirsînê, li Stanbulê dengên HDPê ji % 12.5 e. Di van hilbijartinan de HDP ji bo pişgiriyê bide berbijêrê CHPê li şaradariya mezin a Stanbulê berbijêrê xwe destnîşan nake.

Li gora lêpirsînê dengderên HDPê hemû dengê xwe nadin berbijêrê CHP. Dengên HDPê bi vî awayî belav dibin: % 72 dengên xwe bidin berbijêrê CHP Ekrem Imamoglu. % 5.2 dê dengên xwe bidin berbijêrê Ak Partiyê Binali Yildirim. % 2.2 dibêje ku emê herin ser sendoqê lê em dengê xwe nadin kesekî, emê dengê xwe bişewitînin. % 4 jî dibêjin hêja me biryra xwe nedaye. % 15.6 jî dibêjin em naçin ser sendoqa û dengê xwe nadin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: