Polîtîk
Serokê PJAK-ê li Almanya hat girtin
Köln – Serokê PJAK-ê, Haci Ehmedi li Almanya bajarê Kolnê hate binçavkirin. Li gora xebera ANF-ê, piştî girtina Remzî Kartal û Zubeyir Aydar li Belçîka, îro danê êvarî polisên Almanya li Kolnê lêgerinek li mala Haci Ehmedi çêkirin û ew girtin.
Berpirsek yê PJAK-ê ragihand ku; “ Em bawer dikin ku di van operasyonan de tiliya Amerîka heye. Eve çende ke di navbera Amerîka û Îranê de hinek pêwendiyên nehînî hene, hinek agahdarî digihin me ku, Amerika û Îranê li hev kirine. Heftiya bûrî serokê Cubdullah teslîmê Îranê hate kirin, ev jî leyiztikek ya Amerîkayê bû. Amerîka dixwaze bi vê helwesta xwe mesajekî bide Îranê“