Polîtîk

Hemû axaftina serokê hikûmetê

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Têkoşerên deriyê azadiya Kurdistanê
Bîranîna serhildana we pîroz be, serhildan li hemû gelê Kurdistanê pîroz be

Hemû salan ev bîranîn derfeta libîranîna serweriyên meye, derfeta dûpatkirina peymana; nerawestan heta serketina bi yekcarî û sertaseriya Kurdistanê û avadankirina welatê me ye.
Xwîşk û birayên birêz, li vira ez silav û peyama serokokkomar cenabê mam Celal Talebanî û serokê herêma Kurdistanê cenabê kak Mesûd Barzanî di gihînim we yên xweştivî.
Em digel çend hevalan ji civata wezîran ji bona bilinragirtina vê bîreweriya pîroz, em hatine xizmeta we, ji bona gihandina peyama giringîdana bi vê deverê, ev devera we ya ezîz di rojeke weke îro de ew şeref jê re hat dan ku bibe sîmbola moral û destpêka jinavbirina keleha zordariyê.

Hûn xelkê têkoşerê vê deverê nasnameya rabûna kurd û werçerxana dîroka Kurdistanê ne, ew werçarxana bûye sedema guhertina sertaserîya rewşa Kurdistanê û bidestveanîna çend destketiyên pişingdar û karwanekê wesa ku heta Bexdayê ranewesta.
Xwîşk û bira, malbatên şehîdên nemir, malbatên serbilindên enfalkiriyan, zîndaniyên siyasî, kêmendamên senger û nav zîndanan, pêşmergeyên qareman, law û gêncên xwîngermên azadîxwaz, xelkê serbilindê Kurdistanê, 19 sal bo hukmê dîrokê bihênkêşaneke, lê lê binêrin berî 19 salan ev Kurdistan çand ya wêran bû, 4500 gundên Kurdistanê, bi dehan qeza û bi sedan şaredariyên vê Kurdistanê digel erdî rast kiribûn û bi dehan hezara malbat penaberî kampên Îranê û Tikiyeyê bûn.

Piştê serhildanê û piştî yekemîn hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê, tevî aloziya rewşa abûrî û siyasî û çembera abûrî li ser herêma Kurdistanê û Îraqê û tevî wan hemû piroblem û pirsgirêkên hatine pêşiya rêya me, ew hemû nebûne asteng li pêşiya wezîfeya li ser milên me.

Ev herême ji herêmeke kavilkirî piştî 19 salan nuha welatekê avadan e, divê çavê me li ser van rastiya be û çavê me li ser destkeftiyên me be. Van destketiyan bilindragirîn, çunkî hurmetgirtina wan destketiyan, misogerkirian destketiyan e misogerkirina hewilên berdewame bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.
Di sala 1991ê de ji Zaxo heta Xaneqînê tevahiya gundên Kurdistanê kavil kir bûn, lê îro çend hezar ji wan gundan avadan in.

di sala 1991ê de, baxçeyên zarokan, dibistan û xendingeh bo qonaxên din yên xandinê 1320 xwendingeh mabûn, îro zêdetir ji 5500 dibistan û xwendingeh bo qonaxên cihê yên xandinê hene. Di sala 1991ê de bi tenê yek zanîngeh li Kurdistanê hebû, îro 7 zanîngehên hikumî hene, bi alîkariya Xweda û bi alîkariya xelkê Kurdistanê îro dê kevirê bingehîn bo zanîngeha Raperîn danîn û dê bine 8 zanîngeh.

Di roja 16 adarê, biranîna kîmiyabara Helebceyê, bersiva kîmiyabara Helebceyê dê bi danan kevirê bingehî bo zanîngeha Helebce danîn. Di roja bîreweriya enfalan de, di roja çarê nîsanê de, li bajarokê Kelarê dê kevirê bingehîn bo zanîngeha Germiyanê danîn û di demeke nêzîk de dê li Zaxoyê kevirê bingehîn bon bingehîn bo zanîngeha Zaxoyê danîn. Bersiva me bo wêrankirina Kurdistanê ji aliyê dijminên ve û ew zilim û zordariya li me hatiye kirin avadankirina welatê meye, nerawestane ji xizmeta xelkê Kurdistanê û bi destveanîna hêvî û daxazên wan e.

Xwîşk û bira

Di sala 1991ê de bi tenê 27 nexweşxane û 163 senterên tendirustiyê hebûn, lê nuha 56 nexweşxane hene, û dê îro nexweşxaneyeke nû li Raniyayê vekin û bi vî awayî dê bine 57 nexweşxane.

Nuha 780 bingehên saxlemiyê hene û ji bilî avadankirina hezaran gundan li wîlayeta Silêmanî, Hewlêr û Duhokê. Ji sala 1991ê heta nuha 16 qeza û 82 nahiye ji sifrê hatîne avakirin, nabe ev hemû neyê dîtin, çunkî her kesê hurmetê ji destketiyên îro re negire, piştras ew tu qîmetê ji sibê re nadane. Ev jî qed wê manayê nade ku em xweşxeyal bin ku êdî pêşketin û destketiyên me mezinin, nexêr, divê berdeam wan geş bikîn û edayê rêvebirênê baştir bikîn heta ku di asta qurbanî û xebat û daxazên we yên adil de bîn.

Di vê demê de ku em bîranîna 19saliya serhildanê dikîn, pirosesa avadankirinê û vejandina Kurdistanê didome. Hikûmeta we ku, hikûmet berhemê renc û westiyana we ye, berhemê serhildana we ye, li gor bernameyekî diyar xizmeta xelkê Kurdistanê dike, ji bo vê armancê jî, di destpêka îsal de me pirojeyê budceyê amadakir û ji parlamentoyê re şand. Em dixazin bi zelalî û eşkere dahatiyê vî welatî bixîn di xizmeta xelkê Kurdistanê de û di avadankirina welatê xwe de serif bikîn. Di vê çarçoveyê de, ji bona ku gêncên me xwediyê milkê xwe din û xwediyê xaniyên xwe bin û pêwîstiya wan bi dana pîşîneyê nebe, me pirojeyê akincîkirinê destpêkiriye. Em soz didin ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi timamî alîkariya we bike, bi taybetî katagoriya gêncan yên ku nû xêzanê pêktînin, daku bibin xwediyê mala xwe û jiyaneke bextewer û serbilind bijîn.

Me biryar daye ku meaşên şehîd, kêmendam û enfalkriyan zêde bikin, ew zêdebûn jî ji meya yek a îsal dest pê dike û em dê hertim di xizmeta malbatên şehîd û enfalkiriyan de bin.

Xwîşk û bira

Bernameya me wesa ye ku giringiyeke zêde bi warê xandin, xandina bilin û sîstema perwerdeyê bidin. Armanca me ewe derfeta fêrbûn û geşekirineke wisa bo gêncên xwe pêkbînin ku bikarin karên minsaib û jiyaneke xweş ji xwe re dabîn bikin. Me 120 milyar dînar budce berdest kiriye daku gêncên me ji bo xandina bilind biçin derveyî welat li zanîngehên pêşketiyên cîhanê fêr bibin û şiyanên xwe pêş bixin da ku bi awayekî baş xizmeta avadankirina welatê xwe bikin.

Cemawerê bi şerefê Raniya, Qeladizê, devera Raperîn, Bitwên û hemû ev deverên têkoşer, hûn xelkê disoz û bi wefan in. Wezîfeya meye em xemsariyê di xizmetkirina we de nekin. Em tu carî nabêjin ku ya hetiye kirin timam e, pêwîstiya me bi zêdetir xizmetkirinê heye, pêwîstiya me bi çareserkirina kêmasiya heye, em baş wê rastiyê dizanin ku pêwîste ew kêmasî bên çareser kirin, divê em rû bi rûyê gendeliyê û îdareya xerab di hemû waran de bibin.

Lê hemû kesên bi wîjdan û însaf wê rastiyê dizanin ku îro miqayîse di gel berî 19 salan ew rastî îspat dibe ku hikûmeta ji kûratiya nava xelkê Kurdistanê derketî û hikûmeta xelkê têkoşer û bi wefayê Kurdistanê xemsariyê di xizmetkirina we de nake.
Li vir ez dixazim peyamekê bigihînim gêncên vî welatî. Îro nifşek çêbûye ku karesat û meynetên serdama Basê ê dagîrkeran li bîra wan nemabe, dîrok ji serhatiyên bi serê gelê me da hatine pir e, nifşê vê serdemê, bê şik, ji xwendingeh, saziyên mediyayê, malbatên xwe, pêşmergên dêrîn û ji têkoşerên dêrîn van karesatan bizanin.
Wezîfeya ser milên me ewe ku em welatî avadan bikin û xizmetozariyên welêt bigihînin sewiyekê ku hêvî û daxazn gêncên me pêkbîne, di heman demê de berpirsiyariyeke dîrokî li ser milên wan gêncan e, ew dê mîratgir û warsên vê avadanî û azadiyê bin. Ez piştrast dibîjim ku nûbûna vî welatî girêdayî nûbûna hukimdariyê û nûbûna serokatiyê ye. Derfetê ji bo gêncan peyda bikin da ku bêne pêş û di avadankirina welêt, derfetên karkirinê, derfetên sûdwergirtinê û ji xêr û bêrên vî welatî bibînin.

Ez we piştrast dikim ku, em li hikûmeta herêmê giringiyeke timam bi gêncan didin, paşeroja vî welatî hûn in, hûn zamina parastina van destketiyan in, ji ber hindê ez ji we re dibêjim ku li hikûmeta we, ew hikûmeta ji kûratiya daxaz û îredeya Kurdistanê ye, li hikûmeta serhildanê de, em dê ji bo cîbicîbûna daxaz, hêvî û xwenên we bixebitin. Mîratgir û warsên avadanî û azadiya vî welatî hûn in.
Piştî vê marasimê em dê kevirê bingehîn yê monomenta Raperîn, monomenta rabûna xelkê Kurdistanê, rû bi rûbûna zilim û zordariyê, da ku ji wê monomentê ders û têgîhiştineke hûr ji dîroka pir ji serhetiyên gelê me werbigirîn û li ba nifşê paşerojê hertim ew yad û bûrewerî zîndî bimînin.

Xwîşk û bira

Peyama min a dawiyê ji bo we ewe ku, piştî du rojên din hilbijardnineke dîrokî, hilbijartinên parlamentoya Îraqê dest pê dikin. Wezîfeya ser milêm e li hikûmeta herêma Kurdistanê pêkanîna aqrekê azad û paqije ji bo hilbijartina. Serketina piroseya hilbijartina bi şadî û azadî ji wezîfeya ser milên me û ser milên hemû hevwelatiyekê dilsozê vî welatî ye.

Ez hêvîdarim ku roja heftê adarê xelkê vê deverê ber bi sindoqên dengdanê biçin. Di van hilbijartinan de wezîfeya hemû hêzên siyasî ye, tevî hemû cudahiyên siyasî û dîtinên cihê yên siyasî, yekrêzî, yekdengî û yekîradeyî, bo parastina berjewendiyên miletê me, ji wî berê Hemrîn yekdeng û yekîrade bin.

Ji bo parastina destkeftiyên serhildanê, ji bo bergrîkirina hêvî û xewnên miletê me, ez piştreastim ku hûn xelkê têkoşerê vê deverê, hûn xelkê dilsoz û bi wefayê vê deverê wezîfeya xwe ya niştimanî û netewî li roja heftê adarê bi cî bînin.
Xwîşk û bira

Careke din bîreweriya serhildanê li we pîroz be, yada serhildanê li hemû gelê kurd pîroz be, li pirojerê demokrasî û avadankirina Kurdistanê pîroz be. Em jî, hêvîdarîn, hertim di xizmeta we de dudil nebin û di xizmeta hêvî û daxazên we de bin. Ji bo xizmetkirina we kiryar şert e, hêvîdarim kes ji me, hikûmet û hêzên siyasî di warê xizmetkirinê de dudil nebin.

Hûn gelî xwîşk û bira hertim serbilind, şad û serferaz bin

 

krg.org

Back to top button