Serokê parlementoyê cejna remezanê pîroz kir
Bi minasebeta hatina cejna remezana pîroz, serokê parlementoya Kurdistanê, Kemal Kerkûkî, peyameka pîrozbahîyê pêşkêşî, hemû çîn û alîyên Kurdistanê dike.
Eve jî teksta peyama wî ye:
Bi boneya hatine cejna remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî, malbatên şehîdan, enfelkirî, hemû pêşmergeyên Kurdistanê, alîyên sîyasî, rêxistinên sivîl, medîya, hemû misilmanên herêma Kurdistanê, Kerkûkê, Mendelî, Xaneqîn, Dûz, Daqoq, Sincar, Mexmûr hemû deverên dabrayên kurdistanê, Iraqê û tevahîya misilmanên cîhanê dikim.
Ez hêvîdarim, ku ev cejna han bibe palvedanek ji bo çareserkirineka aştîyane, ji bo hemû arîşeyan, da ku pirosesa demokratîyê bihê çespandin, zolim nemîne û dadperwerî bihê dabînkirin.
Em ji bo evê boneyê peyama parlîyamenta kurdistanê, ji bo hemû aştîxwazên kurdistanê, Iraqê, deverê û cîhanê dişînin, ku herêma kurdistanê Iraqê herêmeka democrat e, aştîxwaz e, dijî tund û tîjîyê ye û kar ji bo bi dest hênana dadwarîyê dike û serkevtina hemû alîyekî bi evê rêyê cih bi cih dikin.
Dîsan cejna we pîrozbe.
D.Kemal Kerkukî
Seroke Parlementoya Kurdistanê