Civak

Serok Barzanî cejana Remezanê pîroz kir

Bi minasebeta hatina cejna Remazana pîroz, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke pêrozbahiyê pêşkeşî misilmanên Kurdistan, Îraqê û cîhanê kir.
Serok di peyama xwe de germtirîn pîrozbahiya li hemû misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike û ji xwedayê mezin hêvî dike ku cejna remezanê bixêr û xweşî derbas bibe û diblêje:

– Ji Xwedayê mezin hêvîdarim ku rojî, ta’et û îbadeta meha Remezanê, meha xêr û bereketê, ji hemû misilmanan qebûl kibe û ev cejin bibe cîyê xêr û  xweşîyê û bidestxistina  zêdetira hêvî û armancên gelê me.

Serok di peyama xwe de hêvî dike ku, Kurdistan jî, di ware avadankirin, binyatdanan û pêşxistina ruhê pêkvejiyana bi biratî û tebayî, bikeve di qonaxeke nû de û di îarqeke federal û demokratîk de hemû pirsgirêk bên çareser kirirn.

– Gelê me li ber tehediyekî mezin daye ku pêwîstî bi wê yekê dike yekrêziya xwe neku her biparêzîn, belku pêşvetir jî bibîn û hemû hêz û aliyê siyasî jî li gor berpirsiyariya neteweyiya xwe rû bi ruyê wan tehediyan bibin.

 

 

Back to top button