Cîhan

Serokê MOSSAD’ê tê guhertin

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu ji bo serokatiya MOSSADê Alîkarê Serokê Mossadê yê berê Tamir Pardoyê tayîn kir.

Pardo li Îsraîlê wekê dostekî malbata Netenyahu tê nas kirin.

Hate diyar kirin ku Tamir Pardo ji ber ku di rojên pêş de dema peywirdariyê serokê niha yê MOSSADÊ Meir Daganê tijje dibe, ji aliyê hikûmata Îsraîlê ve hatiye hilbijartin. Meir Dagan piştî serokatiya 8 salan teqawut dibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di derhaqa gûhertina serokê MOSSADê de got : ‘’Di nava MOSSADê de tecrubeyên mezin yê Pardo heye û ji bo rêbertiya Mossadê kesekî herî baş e’’ .

Wezîrê Parastina Îsraîlê û Serokê Partiya Karkeran Ehud Barak jî ji bo Pardo got : Tamir Pardo ji bo serokatiya MOSSADê kesekî munasîbe. Ez Serokê Nû yê Mossadê ji nêz ve nas dikim û digel min di gelek operasyonan de cih girtiye.

Back to top button