Îroj

30'ê Sermawez

30ê Sermawez

Di sala 1925’an û di rojekê wekê îroyê de Dewleta Tirk biryara qedexekirin û girtina Medrese û Dergahan stend.

Piştî qedexekirina Medrese û Dergahan li seranserê Kurdistanê zimanê perwerdehiyê jî tirkî bû.

Mustefa Kemal di 30ê Gelawêja sala 1925’an de li bajarê Kastamonuyê gotarekî li ser girtin û qedexekirina Medresa û Dergahan kir û got : ‘’Divê ji vê rojê şunde her kes bizanin ku Komara Tirkiye ne welatê şêx û derwêşana. Tarîqeta herî rast tarîqata şaristaniyê ye.’’

Di 30ê Sermaweza sala 1925’an de jî bi hêjmara 677. ya hukmê qanûnê jî ketiye meriyetê û ji vê rojê şunde hemî Medrese û Dergahên Kurdistanê bi awayekî fermî û qanûnî hatine girtin.

Piştî biryara qedexekirinê Medreseyan li seranserê Kurdistanê jî asîmîlasyon destpê kiriye. Li hemî bajarên bakurê Kurdistanê dibistanên Dewleta Tirk hatin vekirin û zimanê perwerdehî jî digel hukmê qanunê hatiye tirkî kirin..

Back to top button