Ji berî çend rojekî hat ragihandin ku, MHPê navçeya partiya xwe ya Diyarbekirê girtiye. Ev nûçe medyayê de hate belavkirin ê heta beşek ji medyayê ev nûçe bi awayek da ku, wek MHP hêdî nekariya li Diyarbekirê siyasetê bike û ji bo tu kesek li dor wan nemaye hatiye girtin.
Lê rastî ne ev e. MHPê ne ku şaxê partiya xwe ya Diyarbekirê girtiye. MHPê rêveberiya partiya xwe ya Diyarbekirê ji kar dûr xistiye û fesih kiriye.
Ji ber ku serokê MHPê yê Diyarbekirê Cîhan Kayaalp û hinek rêveberên MHPê yê li Diyarbekirê bi destdirêjahiya cinsî dihatin tawanbarkirin û ji bo vê sedemê di derbarê wan de doz hatibû vekirin.
Niha serokê MHPê yê şaxa Diyarbekirê Cîhan Kayaalp bi tohmeta destdirêjahiya cinsî hate girtin. MHP ji berê de ev yek dizaniya , ji bo vê jî, ji berî ku girtinek çêbe yan jî ev yek ji aliyê raya giştî ve bê zanîn reveberiya Diyarbekirê tevî serok ji kar dûrxistin. MHP di derbarê girtina Kayaalpta daxûyaniyek derêxist û dibêje: Tu pêwendiya girtina Serokê partiya me yê Diyarbekir yê Berê partiya mere tuneye.Ev tiştên ku têne îdiakirin tenê şexsê Kayaalp ve girêdaye.
Dema serdan wezîrê navxwe Suleyman Soylu ya Diyarbekirê li gel Kayalp hevdîtinek kirîbû,weneyên wan di medya civakî de hatibû belav kirin . Niha Cîhan Kayaalp ji bo destdirêjahiya cinsî li himber zarokekî hatiye girtin û girtîgehê de ye….