CivakRojev

Artêşa Tirkiye li gundekî Amediyê gule li xelkê barandin

Artêşa Tirkiyê li gundê Kêste yê navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê gule li gundiyan rbarandin. Li gorî muxtarê gund dayî xûyakirin, 2 jin birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Muxtarê gundê Kêsteyî Omîd Kêsteyî ji Rûdawê re ragihand “2 jin bi guleyên doçkayê yên hêzên Tirk ve hatin birîndarkirin û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî muxtarê gund, gulebaran demjimêr 17:30’ê danê êvarê li bilindahiyên gund ji xaleke serbazî ya artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin û di dencamê de 2 jin ku yek ji wan diya 3 zarokan e birîndar bûne û birîndaran rakirine nexweşxaneyê.

Muxtarê gund da zanîn ku heta niha nizanin rewşa birîndaran çewaye, lê yek ji wan ji serê xwe birîndar bûye û li Nexweşxaneya Batîfa tê dermankirin.

Beriya mehekê jî topeke din a artêşa Tirkiyê li nêzîkî gund ketibû û di encamê de kesek bi sivikî birîndar bû. Herwiha çend roj berê jî di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Belaxe yê navçeya Amêdiyê 2 welatî birîndar bibûn.

Back to top button