Polîtîk

Serokê Kurdistanê û Sekreterê Giştiyê Neteweyên Yekgirtî civiyan

Li serdana xwe ya li Davosê da îro 24.01.2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li gel António Guterres Sekreterê Giştiyê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî civiyan.

Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê erk û rola Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê kir û daxwaz li ser proseya siyasî û hêwirkirina rewşê kir û li yarmetîdana Iraqê berdewam bin. Tekez jî li ser pêwîstiya berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li Iraqê ya ji bo berengarbûna metirsiyên serhildana terorê kir. Her wiha piştgîriya Herêma Kurdistanê ji bo daxwaziyên rewayên xwepêşanderên Iraqê li xizmetguzarî û jiyan û paşarojeke baştir derbirî.

Li roja dawî ya beşdarîkirina li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos, berî nîvroya îro înê, 24/01/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz António Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî civiya.

Li civînê de xwepêşandan û rewşa Iraq û navçeyê, hewldana ji bo hêwirkirina aloziyan û rola Neteweyên Yekgirtî ya li vî derbarî de, kar û çalakiyên NY û dezgeh û ajansên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê rewşa koçberên Iraqê û penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê û yarmetîdan û hevkarîkirina wan, proseya siyasî û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê nirxandin.

Peywendiyên Hewlêr û Bexda û berdewamiya guftûgoya di navbera wan ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan, pêşhatên dawî ya rûbirûna terorê û metirsiya serhildana Da’îşê, rewşa navçeyên ziyanberketiyên şerê Da’îş û çawayiya avadankirina wan û çend babetekî dinê ji bo her dû aliyan girîngbûn, aliyekî dinê civînê bûn.

Back to top button