Polîtîk

Serokê Kurdistanê û Jeffrey rewşa Rojava nirxandin

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku li hewlên ji bo hevdû nêzîkkirina aliyên Kurdî yên li Sûriye berdewam dibê û piştgîriyê li her hengaveke wan yê ji bo rêkkeftin û yekxistina rêzên wan ya bi navê dabînkirina mafên wan û pêgehekî baştir ji bo Kurd li niha û li paşaroja Sûriyê da dike.

Êvariya îro dûşem 17/02/2020 li Hewlêr, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz James Jeffrey Şanda Taybetî Amerîka yê ji bo Sûriye û şandekî li gel kir.

Li civînê de pêşhatên dawî ya rewşa Sûriye û hewlên navdewletiyên ji bo çareseriya kêşeya Sûriye û vegerana aramiyê û ragirtina şer û kuştinên li wî welatî hatin nirxandin, rol û amadehî û bandora hêzên herêmî û navdewletiyan li Sûriye û pêwîstiya hevkarî û hemahengiya di navbera hemûyan ya ji bo peydakirina çareseriyeke siyasiya aştiyane û parastina aramiyê li navçeyê bi giştî hate dûpat kirin.

Li beşekî dinê civînê de pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û helwesta Herêma Kurdistanê ya li vî derbarî de xistin ber behs û tîşk xistin li ser metirsiya serhildana terorê li Iraq û Sûriye û çawayiya rûbirûna wan bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî, her wiha behsa peywendiyên Hewlêr û Bexda û guftûgoyên çareserkirina kêşeyên wan kirin.

 

Back to top button